Ji Raya Giştî Ra

Şoreşa me şoreşekî bê hempaye, bi ked û fedekartiyek mezin bi saya şehîdan û lehngan hatiye avakirin . Ev di teysandina berhema şoreşa Rojavayê kurdistanê de gihişte lûtkeya xwe.Bi sedan rê hevalên me ji buna azadiya gelê xwe bi hemu hewildana li ser axa pîroz canê xwe diyarî gelê xwe kirin û li ser vê axê bi tîpên zêrîn carek din navê xwe neqşandin ji mirovahiyê re.Her dîrokek wateya xwe bi afirandina çîrokên şervana mezin û nîşan dide. Lewra egîdbûyîn tenê li mirovên azadî xwaz û serbilind tê. Ev berxwedanî bi keda gelê me yê welat parêz û şervanên ku bûne çirûskên rast ji şoreşa mere .li ser Rojava û Bakur- Rojhilatê sûriye gelek êrîşên hovane û xedar hatin kirin. Ev êrişane di serî de DAIŞ’ û Dewleta Tirk xwestin hemu deskeftiyên gelê me ku bi dest xistine bin pêk bikin. Lewra bi leystok û bi kiryarên xwe ên hovane hewil dan carek din dîrokê tarî û rû reş bikin. Lê ev di hesabê wan de pêk ne hat bi saya keç û xortên leheng ala serkeftinê bi destê wan hata hildan li her cihê ku şopa wan lê ket .
Di sala 2015’an de şerê me gihîştibû lutkeya herî jor û şerê me yê berxwedanê li herêmên wekî Til Temir, Hol, Til Hemîs û Hesekê de ku dihat meşandin destan dihatin nivîsandin, bi lehengî û fedakariya 10 rêhevalên me bûn wesîleya ku şoreşa me mezin bibe. Di nava van deh hevalan de 5’ rê hevalên me yê Jin ku bûne afirînerê heqîqeta şoreşa azadiyê. Li ser vê bingehê em nasnameyên 5 rê hevalên xwe ku di sala 2015’an de şehîd bûne, ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin.
Nasnameya rêhevalên me yê şehîd wiha ne;
Nasnav: Rojda Oğur Kaymaz
Nav û Paşnav: Rojan Cengîz
Navê Dayikê: Şemse
Navê Bav: Şêxmus
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir Gundê Til Hefyan | 31 Adar 2015
Nasnav: Rojîn Gewda
Nav û Paşnav: Vahîde Yecan
Navê Dayikê: Misrî Nesrîn
Navê Bav: Sadun
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 17 Çile 2015
Nasnav: Rûken Serhed
Nav û Paşnav: Azîze Baltan
Navê Dayikê: Kadriye
Navê Bav: Hemîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-Til Hemîs | 26 Sibat 2015
Nasnav: Şîmal Newroz
Nav û Paşnav: Mizgîn Can
Navê Dayikê: Hezna
Navê Bav: Dawid
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 25 Adar 2015
Nasnav: Toprak Karayazi
Nav û Paşnav: Zana Karakiş
Navê Dayikê: Nebahat
Navê Bav: Mehmed Seyît
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir | 9 Adar 2015
Em di şexsê 5 rêhevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin, ji malbata wan û gelê xwe re sersaxiyê dizwazin.
Navenda Ragihandin û ÇapemeniyaYPJ | 20 Pûşper 2020