Newroz Ehmed: Rewşênbîr Xwedî Mîsyona Ragihandina Erka Welatparêziyê Ne

6

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji rewşenbîrên Herêma Cizirê re bi rêka zoomê civînek li darxist û bersiva pirsên rewşênbiran da.

Newroz Ehmed armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker û rewşa ku li herêmê tê jiyin ji rewşênbirên herêma Cizirê  re vegot û diyar kir ku li hemberî ev êrîşên ku bi armanca îmha û înkar kirina gelê herêmê têne pêkanîn de rol û mîsyoneke diyarker dikeve ser milê rewşênbiran.

Newroz Ehmed, êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê weke tehlûkeyeke mezin nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk gelek caran gotin ji bo ku êrîşî herêmê bikin wê bi xwe hincetan derxînin holê. Ev yek gelek car ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate gotin. Dewleta Tirk di van êrîşan de hebûna gelê herêmê dike hedef. Ev êrîş heta kûrahiya Sûrî tê meşandin. Ne tenê navêndên leşkerî tê hedef girtin yekser hebûna gel di bin tehlûkeyê daye. Erdoxan divê pêvajoyê de bi armanca serketina hilbijartinê bi awayekî çav korî êrîş dike. Li hemberî van êrîşan bêdengbûnek heye elbet berê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwestên pir berbiçav nehatin danîn. Lê me yekser xîtabî aliyên ku piştavanî dide êrîşên dagirkeriyê kir. Li vir de bertekên ku derketin roleke girîng leyîstin. Di hevdîtinên ku hatin kirin de em vê dibînin ku aliyên ku piştevanî didin Şorêşa Rojava jî hene. Vê rastiyê hişt ku zext li ser van dewletên ku piştêvanî didin dewleta Tirk a dagirker were  çêkirin.”

“Dixwazin Em Dest Ji Destkeftiyên Xwe Berdin”

Hêzên ku li herêmê cih digrin ji ber zindan û kampên malbatên DAIŞ’ ê li herêmê hene, xeteriya tevgera a pejayî ya dewleta Tirk a dagirker dibînin. Her çiqasî niha hindek bertek derketinbin holê jî lê cardin jî di destpêkê ev êrîş bi êrê kirina van hêzan pêk hat. Em bi awayekî zelal vê yekê  dibînin. Em dizanin ku bê êrê kirina van hêzên ev êrîşa dagirkeriyê pêk nehat. Niha bi taybet jî aliyê hêzên koalîsyonê derket pêş. Rusya dixwaze em ji hindek herêmên ku lê ne derlbikevin. Armancê wan jî dema em bi herêmên Bakurê Surî re mijûl dibin da ku hêzên rejîmê jî xwe li başûrê herêmê bicih bikin. Dewletê Tirk dixwaze bi taybet li bajarên weke Tabqa, Reqa û Dêrazorê gel hem li hemberî me hem jî li hemberî Koalîsyonê rabike. Bi vî rengî dixwaze me lewaz bike da ku hêzên Rejîma Sûrî li herêmê serwer dibe.

Erdoxan ew serkeftina ku ji bo biçe hilbijartinê xeyalên ku dikir ne li herêmên me ne jî Iraqê bidestxist. Ji ber wê jî wê nesekine wê her tim hewil bide armanca xwe pêk bîne. Bi taybet jî dixwaze herêmên ser sînor dagir bike. Şerta ku ji bo sekinandina van êrîşan tune bûna rêveberiya Xweser e. Ji Erdoxan re ne dost ne jî dijmenekî dayîmî heye ji ber wê jî serî her rêbazê dide û li ser herêmên me bazartiyê dike. Li hemberî vê jî hûkûmeta Sûrî ne xwedî helwesteke radîkal e.

Rewşenbirên Me Xwedî Rihê Welatparêziyê nê

Em di warê leşkerî de xwedî amadekarîne. Her çiqasî xwestin gelê me jî bitirsînîn lê gelê me xwedî helwesteke xûrt e. Wê elbet herkes hesabê vî gelê xwedî helwest bike. Di vê mijarê de bi taybet weke rewşenbîr helwestên heyî girîng e. Dewleta Tirk bi rêka rewşênbîran  feraseta xwe ye dagirkeriyê radigîhinin civakê. Lê rewşênbirên me jî bi helwestên xwedî sekneke diyar in. Rewşênbirên me xwedî rihê welatparêziyê ne. Di gelek şoreşan de ya ku vê diteyîsinin civakê rewşênbir in. Heta niha bi vê erkê rabûn û pêwîste ji vir şûndatir jî hîn xûrttir vê daynin holê.