Bêçaretiya Dewleta Tirk a dagirker di nûçeyên derewîn de .

8

Ji Bo Gelê me û Raya Giştî!

Bêçaretiya Dewleta Tirk a dagirker di nûçeyên derewîn de xwe gihande lûtkeyê. Dewleta Tirk a faşist ku bi êrîş, gef û derewan hewl dide civakê bitirsîne, bixapîne û lewaziyên xwe veşêre, tenê bi vê rêbazê hewl dide itibara xwe biparêze. Ruyê dewleta Tirk a çete ku di bingehê xwe de li ser derewan hatiye sazkirin careke din bi nûçeyên hevalên me yên ku me şehadetên wan di demên derbasbûyî de ji raya giştî re eşkere kiriye,  weke ku ew heval nû şehîd bûne parve dike.

Dewleta Tirk a dagirker di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir û di encama vê êrîşê de fermandar Roj Xabûr bi fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêya me Barîn Botan şehîd bûn. Û me şehadeta van hevalan di 23’yê Tîrmehê de bi gelê xwe û Raya giştî re parve kiribû. Dewleta Tirk a derewker nûçeyên weke ku niha êrîş kirin e û Fermandar Roj Xabûr şehîd buye parve dikin.

Dewleta Tirk a faşist tengavî, bêçaretî û zeefiyeta xwe bi nûçeyên wisa parve kirine ve diyar dikin. Divê gelê me itibara van nûçeyên derew ên dewleta Tirk a dagirker nekin û ruyê derewîn ê dewleta Tirk a faşist nas bikin.

 

Nasnameya Hevrêya me Roj Xabûr wiha ye;

Nasnav: Roj Xabûr

Nav û Paşnav: Ciwana Heso

Navê Dayîk:  Şems

Navê Bav: Hesen

Cihê ji Dayîkbûnê: 1992-Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

07.12.2022