Daxuyanî

Hevrê Hela Serêkaniyê sozdara azadiya gelê xwe bû.

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Em di serî de ji malbata hevrêya xwe Ebîr Fayiz bi nasnav Hela Serêkaniyê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Hela weke jineke ciwan a Ereb ji navçeya Serêkaniyê a ku her roj di bin topbarana dewleta Tirk daye, beşdarî nava refên azadiyê dibe. Hevrê Hela bi rihê yekîtiya gelan ya ku azadiya civakan mîsoger dike, bi peywirên xwe yê demê radibe û dibe sozdara azadiya gelê xwe.

Hevrê Hela di demeke kûrt de fêrî  jiyana şoregerî dibe û bi sekna xwe ye mîlîtan ve di nava hevrêyên xwe de dibe xwedî cihekî diyar.  Şoreşa ku li ser axa Rojava destpêkir, di kesayetên weke hevrê Hela de berpirsiyartiyên jiyana netewe demokratîk  careke din şênber dike. Hemû taybetmendiyên milîtantiya jin di şexsê Hevrê Hela têşe girtibû. Di demeke kûrt de hem di warê birdozî û hem jî di warê leşkerî de pêşketinên berbiçav çêkir. Bi jîr bûna xwe ye di warê leşkerî de hertim di eniyên pêş de cihê xwe girt. Weke jineke ciwan a Ereb jî di birdoziya rizgariya azadiya jinê de xwedî sekneke xûrt bû. Germahî û kelacana ciwaniya xwe di her kêliya jiyanê de diteyîsand. Di nava jiyanê de bi rihê berpirsyartiya jin a ku dibe jiyan û azadiyê tîne, nêzî erkên şoreşê dibû. Li hemberî zor û zehmetiyên heyî xwedî çareseriyên afrîner bû.  Di hemû erkên xwe de sozdariya xwe ye mezin  a ji bo parastina gelê xwe nîşan dida . Bi vê rihê berz û pîroz li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk sondxwariya parastina welat,ax û gelê xwe bû û bi vê armancê jî di eniyan de cihê xwe digirt.

Hevrê Hela dema ku li ser erka xwe bû, di dîroka 1’ê Çilleya 2023’an de gêhîşt asta şahadetê. Hevrê Hela Serêkaniyê bi sekna xwe ye werek û bi kesayata xwe ye pêşeng  ve rêya me ronî kir. Em jî weke hevrêyên Şehîd Hela, şopdarê vê bîr û baweriya şehîdên doza azadiyê ne ku emê tu caran tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Pêkanîna her xeyalêkî hevalên şehîd, îddîa û biryardariya me ye jiyana azad xûrt dike. Wê doza me bi sozdariya ji şehîdan re bigêhêje serkeftine.

Nasnameya Hevrê ya me ye şehîd wiha ye:

Nasnav: Hela Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebîr Fayiz

Navê dayîk: Şemsa

Navê bav: Fayiz

Cihê ji Dayîkbûnê: Zirgan

Cih û Dîroka şehadete: 01.01.2023/ Herêma Firatê

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

05.01.2023                              

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button