Daxuyanî
Em Cejna Tevahiya Civaka Îslamî Pîroz Dikin

Çanda civakbûnê di hemû serdeman de bûye hêza bingehîn a berxwedana gelan. Ji bo ku civak xwe li hemberî hêzên dagirker li ser piyan bigrin helbette hemû kevneşopiyên ku civakbûne xûrt dikin û dibin nasnameya esasî a civakan ristekî girîng dileyzin. Civakên Îslamî jî di her dema dîrokê de bi hêviya ku cejn bibin wesileya azadî,aşîtî û aramiyê pêşwaziya cejnan kirine. Em jî weke YPJ bi biryardariyeke bilind a berxwedaniyê ya ku wê azadiya civakan mîsoger bike, pêşwaziya cejna Qûrbanê dikin û em cejna tevahiya civaka Îslamî pîroz dikin.