Daxuyanî

Berxwedaniya Kobanê Li Hemberî Bindestiyê Serî Netewandine

Berxwedaniya Kobanê Li Hemberî Bindestiyê Serî Netewandine

1’ê Mijdarê Roja Cîhanî a Kobanê di encama hêza yekîtiya gelan û bereyên demokrasiyê de hate bidestxistin. Kobanê ji hêzên hegemon yên ku qirkirin û tûne kirina gelan weke bekaya xwe didîtîn re bû peyama bi tû şêwazî qebûl nekirin û serî netewandina li hemberî bindestiyê.

Di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de, sekin û berxwedaniya netewî a gelê Kurd li gel vê bi rihekî fedakar tevlîbûna gelan a ji xeta Rêbertî re serkeftina Kobanî hate bidestxistin. Li ser vê bingehê em weke YPJ Rêberê Netewa Demokratîk Rêber Apo silav dikin û girêdana xwe ye Rêberê Gelan nû dikin. Rêber Apo ji bo ku qedera gelê herêmê cardin bi destê hêzên hegemon neyê nivîsandin ked û tekoşîneke bê eman dide meşandin. Ger ku cîhanê berxwedaniya Kobanê nas kir û hebûna xwe di vê berxwedaniyê de dît, elbette divê mijarê de keda herî mezin ji aliyê Rêber Apo ve hate dayîn. Gelê Kurd jî bi sekna xwe ye berxwedêr li serî de li Kobanê, çar aliyên welat û cîhanê xwedî li keda Rêbertî derket û vê biryardariyê gelê me li Kobanê  DAIŞ’ê û hevalbendên wan binxistin.

Kobanê îsbata serxistina hêviya azadiya gelan e. Serkeftina Kobanê, sekna gelê Kurd û tevahî gelên demokrasî û azadîxwaz yên ku xwedî hêviya pêşerojene îfade dike. Em şehîdên xwe yên nemir ku li hemberî hovitiya serdemê  ber xwe dan û gavek jî paş de neavêtin, bi rêz û minnetdarî bibîrtînin. Kobanê encama keda pêşengtiya YPJ-YPG û şervanên enternasyonalîst e. Li ser vê esasê em sekna tevahî fermande û şervanê xwe bi serbilindî silav dikin û em Roja Cîhanî a Kobanê li gelê xwe, jinan û hemû hêzên ku xwedî biryara avakirina jiyaneke demokratîk in pîroz dikin.

Cîhana ku li hemberî kiryarên faşîzmê hatibû bêdeng kirin, li Kobanê di pêşengtiya jinan de dengê xwe bilind kir. DAIŞ weke rûpoşa tevahî hêzên berjewendîparêz ji ser herêmên me re hate şandin lê rastiya hovîtiya DAIŞ’ê îfadeya tevahî hêzên global yên ku dixwazin mirovahiya bi rûmet ji holê rakin, bi awayekî vekirî şênber kir. Ji ber wê jî di serî de li çar parçêyên Kurdistanê û tevahî bereyên cîhanî yên azadî û demokrasîxwaz êrîşên jenosîdî yên li ser Kobanê mijarake fîzîkî a erdnîgariyê zêdetir weke xwedî derketina li nirxên mirovahiyê destgirtin. Bi vê yeke re jî Şoreşa Jin, li Kobanê destpêkir, bi parastina Kobanê bi nav û deng bû û xwe belavî seranserê herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûrî kir.

Bi berxwedaniya Kobanê a ku di pêşengtiya jinan de hate meşandin hişt ku mirovahî xwe weke xelekeke demokrasiyê birêxistin bike. Parastina ax û civaka xwe jî ji aliyê ciwanên Kurd ve hişt ku li hemberî pêla faşîzmê lehiya azadiyê rabe û hemû hêzên ku rûpoşa DAIŞ’ê avêtine ser rûyê xwe di bin vê lehiyê de bimînin. Yên ku di berxwedaniya dîrokî a Kobanê de pêşengtî kirin jinên Kurd bûn, ev pêşengtiya jinan hişt ku Kobanê bibe warê biryardarî û baweriya avakirina pergala Netewa Demokratîk. Vê baweriyê hêz û hêviya tevahî cîhanê geş kir. Bi vê yekê re êdî berxwedaniya Kobanê bû cîhanî û asteke enternasyonalîst qezenc kir.

Şoreşa ku di encama têkoşîn û berdelên giranbûha de hatiye pêkanîn îro jî rojane rastî êrîşên dewlete Tirk a dagirker tê. Dewleta Tirk bi êrîşên ser Kobanê heta Efrîn,Serêkaniye û Girê Sipî feraseta xwe ye qirker bê navber didomîne. Cîhana ku dema berxwedaniya Kobanê de qala berxwedanî û lehengiya vî gelî kir, jê bandor bû û piştevanî da Kobanê, îro jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e. Kobanê bi têkoşîn û berxwedaniya li hemberî DAIŞ’ê re xwe kire bajarê xwedî derketina rûmeta tevahî cîvakên demokrasîxwaz. Lê heman bajar îro rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê ku ji fikrê DAIŞ’ê tirsnaktir e. Li hemberî vê yekê bêdengiya heyî erê kirina van êrîşane. Helbette ya ku teqez van êrîşan rawestinê bertekên eniya jinan û gelan e.

Di roja me ye îro da jî ya ku cardin tevahî berxwedaniyên cîhanî li hemberî faşîzmê bibe serkeftinê,  mîsoger parastin û geş kirina rihê Kobanê ye. Berxwedaniya Kobanê hilweşandina sînorên dewlet netewan e. Em weke hevrêyên Rêvan, Arîn, Medya, Zehra, Gelhat, Herdem û gelek qehremanên ku wê dîrok tû car nikaribe ked û berxwedaniya wan înkar bike, tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û soza pêkanîn û xwedî derketina armancên wan didin. Di dawiyê de em bang li tevahî gelê xwe û hemû gelên cîhanê dikin ku mîsogeriya jiyaneke azad wê cardin bi xwedî derketina berxwedaniya Kobanê re mîsoger bibe.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

01-11-2023

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button