Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!


Êrîşên ku bi destê faşîzma dewleta Tirk a dagirker tê pêkanîn, encama polîtîkayeke hevbeş a hêzên hegemonîk e. Îro li pêşiya çavê tevahî cîhanê şoreşa azadiyê a ku ji bo gelan bû hêvî, rastî êrîşên derqanûnî tê. Ev êrîşên dewleta Tirk ku di serî de cihên weke petrol, xizmetguzarî, kargeh û tevahî binesaziyên herêmê dike armanc de hemwelatiyê me şehîd bûn, ev êrîşên bêperwa bi armanca qirkirin û tune kirina gelan tên pêkanîn.

Parastina axa welat sedema hebûn û tekoşîna me ye. Me weke YPJ bi tekoşîna xwe ye li hemberî DAIŞ’ê dameşandin re, parastina tevahî nirxên mirovahiyê kir. Lê dewleta Tirk a ku warê siyasî, civakî û leşkerî ve têk çûye her carê weke gurê har êrîşî herêmên me dike. Ev êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahî gelê cîhanê di çawaniya tehlûkeyekî daye. Bêdengiya hêzên nawdewletî ya li hemberî van êrîşan jî tê wateya erê kirin û xurt kirina DAIŞ’ê.

Erdoxan ji bo şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de behsa exlaq û pîvanên mirovbûnê dike. Lê dewleta Tirk a qirker bi êrîşên ku li ser Rojava û Bakur Rojhilatê pêkanî re, hovîtiya di hemû serdemên dîrokê de hatiye jiyîn derbas kiriye. Lê li hemberî hemû kiryarên dewleta Tirk a faşîst wê tekoşîna me ya mafdar bê navber bidome. Gelê me roj bi roj bi xwedî derketina xwe ye şoreşê re biryardariya parastin û mayînde kirina şoreşê diyar dike. Em bang li gelê xwe dikin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin da ku faşîzma Tirk têk biçe.

Em di serî de ji bo malbatên hemwelatiyên me yên şehîd û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndara jî şifayê dixwazin.  Şoreşa me bi vîn û biryadariya gelê me û bi piştigiriya gelên azadîxwaz yên cîhanê destpêkir û xwe gîhand wateya yekitiya gelan. Ji bilî serhildan û berxwedana gelê me wê daxuyanî û helwestên şermok yên sazî û dewletan, me nebe serkeftinê. Li ser vê bingehê sekna pîroz a gelê xwe ye berxwedêr ya ku tu caran serî li hemberî terora dewleta Tirk natewînin, silav dikin û emê bi rihê fedayî ya gelê xwe şoreşa xwe biparêzin. Bila tevahî cîhan bizani be yên ku hewl didin welatê me bikin dojeh wê di agirê wê dojehê de bişewitin.

Fermandariya Giştî a YPJ

26.12.2023

Gotarên Têkildar

2 Şîrove

  1. Silaf û rêz, ez ji ve nameyê ji ware Agida dinivisim. bila hûn zanibin ku dilê.me bi were lêdixe. Dema hûn bê moralin dilê me di sekine. Bo yekê hêviyê me.mezinin û em bi wê bawerin.
    Dijmin rojê xwêya dawî dijî êrîşên dujmin ji tirsa u Lewaziye.
    Morale we bilindbe Jin Jiyan Azadî.

    1. silav
      em bi nameya we kêfxwş bûn, gelek sipas jibo helwestê we
      dijmin tucarî û bi tu awayi nikarê muralê me bişkîne, emê demê pêş rojên azad bi hevre bijîn jin jiyan azadî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button