Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Em 8’ê Adarê roja serî hildan û raperîna jinan, roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinên cîhanê û li rêhevalê herî rast ê jinê li Rêber APO pîroz dikin. Bi boneya vê roja pîroz em hemû şehîdên şoreşa azadiya jin bi bîrtînin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê nû dikin.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ îro em li ser mîrateya giranbiha ya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa xwe ya azadiyê didomînin. Me ala berxwedan û serfiraziyê ji Roza Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Leyla Xalid, Sakîne Cansiz û Gûlnaz Karataş hilgirt û vaye îro em bi qehremanên cenga Rojava Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zîlan Hesekê, Tolhildan Raman, Rojda Minbic û Sorxwîn Rojhilat’an ve berbi şoreşa jinê ve dimeşin. Weke hevrêyên van jinên leheng em şanaziya vê dijîn û bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.
Ji Newyorkê heta Afganîstanê, ji Şengalê heta Îranê, em ruhê berxwedanvan ê tevahî jinên cîhanê yê ku textê desthiladariya mêr dihejîne û gihandiye ber hilweşînê ji vir, ji warê şoreşê ku tarîtiya Sedsalê lê hate têkbirin û ala berxwedana jinan lê hate bilind kirin, em silav û hezkirinên xwe ji tevahî jinên têkoşer ên cîhanê re dişînin.
Îro jinan li her çar aliyên cîhanê li hemberî aqlê zilam ê desthiladar ku bi şer, talan, destdirêjî û qirkirinê xwe bi pergal dike û mirovahî berbi şerê cîhanê yê sêyemîn ve dibe, serî rakiriye û meydanê dixwîne. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Star’ê li hemberî kimyasalê şerê rûmetê didin meşandin, li Îranê li hemberî her awayî destdirêjî, darvekirin û zordariya li ser jinan, bi ruhê Jîna Emînî jinên Fars û Rojhilatî, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî banga jiyaneke bi rûmet dikin, li Afganîstanê li hemberî hovîtiya Talîban, jinên Afganî serî hildane û bi israr daxwaza azadiyê dikin. Li vir, li Rojava û li bakur-rojhilatê Sûrî jî li hemberî DAIŞ ku wek hêza herî terorîst a cîhanê hate bi navkirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, jinên Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryan bi navê Yekîneyên Parastina Jin YPJ xwe bi rêxistin dikin û bi yek ruhî hemû qadên jiyanê hembêz dikin û destkeftiyên şoreşê diparêzin. Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.
Bêguman bi saya fikir û ramanên Rêber APO ku Bîrdoziya Rizgariya Jinê di rojek wiha pîroz, di roja 8’ê Adarê de diyarî me tevahî jinan kir, em gihan van rojan. Ji ber wê ye ku şoreşa Rojava wek şoreşa jin hate binavkirin û îro em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi bedel, berxwedan û destanên lehengiyê ve dinivîsînin.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ, emê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê re bi wate bibin. Ji bo wê xwe rêxistin kirin û li hemberî mêjiyê mêr şer kirin, ancax bi parastinê re gengaz e. Emê bi vî rengî karibin xwe û şoreşa azadiya jinê domdar û mayînde bikin. li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em Bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.
Jin, Jiyan, Azadî
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
08-03-2024