Jinên NEWROZA ARÎ Arandin

Jinên NEWROZA ARÎ Arandin
ZEKIYE ALKAN; Ji malbateke Kurd a ji Erzîncanê ye. Hevala Zekiye dema ku hîn piçûk e, malbata wê diçe Îzmîrê. Di temeneke piçûk de çanda asîmîlasyonê nas dike. Heta dibistana seretayî li vê dorhêlê diqedîne. Piştre çûna zanîngeha Dîcle, ji bona wê dibe destpêkeke nû. Ji bo Hevala Zekiye dibe bingeha lêgerînên têkoşîna gel û azadiya jinê. Di wan salan de têkoşîna azadiyê pêl bi pêl belav dibe. Di nav girseya gel, ciwan, jin û xwendevanan, karker û esnaf de, gundî û cotkaran de şiyarbûna netewî geş dibe. Lê di heman astê de jî zextên rejîma qirker û faşîst ya tirk giran in. Navê Kurdan, çand, huner û cejnên Kurdan bi awayeke tund têne qedexekirin. Li beramberî vê jî gel her diçe bi serhildan bersiv didin. Hevala Zekiye ji kesayet û çalakiya rêhevalê Mezlûm Doxan pir bandor dibe. Ew jî dixwaze bi rengê Newrozê bircên Amedê bixemilîne. Bi van lêgerînên xwe re di sala 1990’an de li ser bircên Amedê bedena xwe dide ber agir û bi agirê newrozê ji bona me dike sembol.
Rêber Apo piştî vê şehadete, van nirxandina dike:
“Ev Şehadet di heman demê de pêwendiya wê bi şehadeta Mezlûm Doxan re heye. Çawa kû Mezlûm li hemberî zîndana Amedê pergala wê ya teslîmgeriyê ku tê meşandin, Mezlûm bi şehadeta xwe îxanetê bi bin dixe. Berxwedaniya Zekiye Alkan jî ew bêçaretî û tirsa ku li ser gelê Kurd tê ferz kirin, dide derbaskirin. Herî kêm bi vê re girêdanbûna xwe daye çêkirin û di vê astê de xwe aniye asta berxwedaniyê. Bêgûman hevala me Zekiye Alkan, ew nakokiyên ku di nava civakê de ava kirine dikarî bijî. Lê nakokiyên di navbera azadî û ketine de tehlîl kiriye. Ev pir bi wate ye. Kesayetên bi vî rengî dikarin berxwedaniyên bi vî rengî derxin holê. Kesayetên ku nakokiyên wan tine bin, nikarin ji berxwedaniyên bi vî rengî re pêşengtiyê bikin. Rêhevala Zekiye di nava hewldanên bûna jina azad de ye, di heman demê de li hember rewşa xwe ya heyî aciz e, ji ber vê jî dikeve nava çalakiyekî bi vî rengî. Ji bona min, ev hîn bi wate ye. Kesek ku jixwe nebawer be, nikare bibe xwedî çalakiyên bi vî rengî. Kesek ku ji halê xwe memnun bi ti awayî nikare bibe xwedî çalakiyekî bi vî rengî. Wek jinekê nakokî dîtin, ketina nava lêgerînên azadiyê, tê wateya ketina pêvajoyekî zor û zehmet. Di milekî de kirêtiya koletiyê tê derxî holê, di milê din de tê bikevî nava lêgerînên azadiyê. Ev zehmetiyeke pir mezin bi xwe re tîne. Li gor nêzikatiya min, di nava derfetên me yên civakî de, di nava derfetên Amedê de jineke kole eger ku bizivire zanebûnê, ketina wê ya ber bi rêya azadiyê, di nava rewşekî di vê astê de bi nakok, ji xwe re rê dîtin, bi bandorbûn ji tevgera azadiyê çêdibe. Di wê demê de tevgera azadiyê li ser Amedê bandoriya xwe dabû ava kirin. Bandoriya zîndan û gerîla li ser ciwanan çêbibû. Bi vê re hewldanên ji bona azadiya jinê dibin mijara gotinê. Ji bo fêmkirinê hewldanên wê hene. Derveyî vê jî xwesteka têkoşînê heye û dikare bike. Lê ew bi vî awayî têkoşînê hildibijêre. Li gor fikra wê çalakiyeke bi wate ye. Ev berxwedan li hemberî hovîtiya ku li ser zîndana Amedê, gelê Amedê dihate ferzkirin û neyînîtiya ku jinê dijiya, li hemberî van tevahiyan dibe bertekeke bi giştî. Ev berteka şehîd Zekiye dihêle wê ber bi nirxandina “ezê wisa karibim wate bidim jiyanê.” çalakî pêk tê. Wateya ku em bidinê jî ev e.”
RAHŞAN DEMIREL: Jina Kurd Rahşan di sala 1974’an de li navçeya Nisêbîn ya girêdayî bajarê Mêrdînê ji dayîk dibe. Piştî wê li bajarê Izmîrê heta astekî diçe dibistanê. Piştî demekî ji ber rewşa aborî ya malbatê dest ji dibistanê berdide, dest bi kar dike. Bi bandor bûn ji tevgera azadiyê dixwaze tevlî refên gêrîla bibe. Ji ber piçûk e, nayê tevlîkirin.
Rahşan li beramberî êrîş û destdirêjiyên li ser gel pir hestyar û şiyar e. Wan salan hemû pîrozbahiyên Newrozê têne qedexekirin û li pir deran jî êrîşên hovane bi ser gel de pêk tên. Lê Rahşan dixwaze Newrozê pîroz bike. Ruxmî hemû qedexe û zextan jî agirê Newrozê hemû ruhê wê dorpêç kiriye. dixwaze ew têkoşîn û coşa azadiyê ku xwe di dilê wê de bi cih kiriye, bizivirîne çalakiyê. Bi coş û kelecanekî mezin di newroza sala 1992’an de li Izmîr Qedîfekaleyê xwe dike meşaleyeke ji agir.
Rêbertî ji bona Rêheval Rahşan vê nirxandinê dike:
“Di keleha Îzmîrê de mijarekî xwe şewitandinê heye. Berxwedana Keçeke Kurd û ciwan bi navê Rahşan Demîrel heye. Rastiyeke Kurdistanê, rastiyeke Mêrdînê ku li wir tê jiyîn, heye. Di vê derê de welatparêzî bi bandor e. Di vê keça ciwan de girêdana şer kirinê û azadiyê heye. Şerê rêxistinî, rastiyê bandor dike. Rojên Newrozê lez û tijî derbas dibin. Di vir de diyare ku dixwaze heta dawî xwe bide şerê azadiyê û hindek tiştan bike. Lê belê ji ber ku hêza vê ya teorîk zêde nedîtiye û derfetê pratîkirinê nedîtiye, ji ber ku di girêdana asta teorî û xwe birêxistin kirinê derbas kiriye, dixwaze hindek tişt bike, ji ber vê jî berê xwe daye çalakiyeke wiha.
Di wir de di nava derfetê civakê de jiyîn û derfetên zehmet ên di jiyanê de derveyî feraseta wê ya azadiyê ye. Dema ku ew xweşikbûn û bi berxwedaniya Newrozê re dibe yek, çalakiyekî ku xwe dike meşale derdikeve holê. Di encama ruh û cesareteke wisa de çalakiyên bi vî rengî çêdibin, di heman demê de çêbû. Ev şehadet gelê me ronî dike, bi sedan mirovan dikşîne şerê li hemberî jiyana paşverû, ew gora ku li ser wan tê ferzkirin, hildiweşîne. Gelê me yên di metrepolan de şiyar dike û rista gel kişandina ber bi Kurdistanê ve dileyîze. Ji bona vê jî ev çalakî xwedî nirxê meşaleya ji agir e. Ji bona me bûye nîşaneya hêza fermandariyê. Ji ber ku dema bi hezaran kes bide meşandin, ew dibe hêza fermandariyê. Ji zilam zêdetir rê li pêşiya tevlîbûna jinan vedike, ev jî alîkariya mezin a ji bona azadiyê, di heman demê de ev xwe gihandina hêza fermandartî û artêşê nîşan dide.”
BEDRİYE TAŞ (RONAHÎ) Di Malbatek ji Maraş/Elbîstanê tê dinê. Ji bajarê Maraşê dema herî zêde koçberî ber bi Ewropa çêdibe, di wan deman de Ronahî bi malbata xwe re dibin koçber û ber bi Ewropa ve diçin. Tevgera azadiyê li Ewropa nas dike. Ev nas kirina ji girêdanbûna wê ya ji azadiyê re dibe tercûman. Ronahî bi coş, kelecan û girêdana xwe ya mezin a ji azadiyê re tevlî nava têkoşînê dibe. Di nava xebatên cûda cûda de rista pêşangtî dileyîze. Dema agahiyên zilm û zordariya ku li welat tê meşandin dibihîze, Ronahî vê rewşê qebûl nake. Bi girêdana xwe ya ji jiyanê re bi rêhevala xwe Bêrîvan re li Almanya, xwe dikin agirê Newrozê.
NÎLGUN YILDIRIM (BÊRÎVAN): Ji Dêrsimê ye. Rejîma qirker piştî komkujiya li Dersîmê, herî zêde asîmîlasyon û koçbertî kûr kir û pêş xist. Yên ku dewletê helandin hatin helandin û yên ku nikaribû bide helandin, hemû ber bi Ewropa ve dane koçberkirin. Malbata Bêrîvan jî di encama polîtîkayên bi vî rengî de hatiye koçberkirin. Li Ewropa piştî ku tevgera azadiyê nasî, tevahî enerjî, coş û hêza xwe ji bona têkoşînê bikar tîne. Ji bo ku layîqê vê derkeve di Newroza 1994’an de bi hevala xwe Ronahî re bedena xwe didin ber agir.
Rêbertî ji bona Rêheval Ronahî û Berîvan van nirxandina dike: ‘’ Ger azadî hêsan ba Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin Xwediyên wê berxwedana mezin rêhevalên Ronahî û Bêrîvan, bi taybetî jî rêhevala Ronahî, rêhevaleka ku bi me baş têgihîştiye. Jixwe me vê di rapora wê de jî dît. Di raporekî din de dibêje, “Ez, ji duyemîn civîna çapemeniyê ya di pêvajoya agirbesê de pir bandor bûm. Tevî ku hun hewqas derfet diafirînin, ji jinan û her cure pêşketinê re destek didin, di nava me de hê jî yeka di wê astê de tune. Halbûkî pir ked hatiye dayîn. Bi zanebûna xwe yên ku kesayetiyeke rast girtine zêde nîn in. Her ku ez partiyê nas dikim zêdetir pê ve têm girêdan. Dema ku ez kesayet û bûyer, rasteqîna şer û qoxanê dinirxînim, yên tên xwestin ku pêwîstekên girêdanê ne û carna jî hewl didim ku zêdetir bidim.’’ Çawa ku min got, şêwaza wê vebir e, bi ya min pir girîng e. Divê hun jî hindek biramin. Riya jiyandina bîranîna wê, weke wê di gihîştina hêza têgihîştinê û xwedîbûna disîplîna jiyaneke saxlem de derbas dibe. Di nava we de hinek kes dibe ku bixwazin bibin layiqê wê. Bi taybetî pêvajoya jiyana xwe ya ku bi PKK’ê re bûye yek ka çawa girtiye dest û çawa xwe pêgirê vegûherînê kiriye fêm bikin. Bi taybetî ev di destnivîsên wê de hene. Li vana binêrin, fêr bibin û rêzdar bin. Ji ber ku ev nirxên mezin in. Ger azadî hêsanî ba, wana wê riyê nediceriband.
Rêhevala Ronahî di hevokeka xwe de dibêje, “Serokatî giyan û can dide, a girîng vê derbaskirina jiyanê ye!’’ vê yekê bi çalakiya xwe şewitandinê derbasî jiyanê dikin. Ev, bûyereke mezin e. Ez bi xwe jî di xizmeta wan de me. Ew mirovên di jiyanê de tiptijî bûn. Dahûrîneke jiyanê heye, lê binêrin, hunê di nava şaşwaziyê de bimînin. Pênaseyên zayendîtiyê hene, dibêjin; “Sehaya herî zêde ku jin û zilam hev û dî dixapînin!’’ Çi nirxandineke mezin e! Yanî dibêje, “di navê de lîstik heye!’’ sextetî û koledarî heye. Dibêje, “Azadiya wê pir zor e!’’ Dibêje, “çi mixabin em nebûn nasdarê wê azadiya çawa ku Serokatiya Partiyê dixwaze!’’ Lê weke hedefekî datînin pêşiya xwe.’’
SEMA YUCE: (SERHILDAN) Di sala 1971’an de li bajarê Agirî ji dayîk dibe. Sala 1988’an de li ODTÜ yê beşa sosyoloji qezenç dike. Di salên xwe yên zanîngehê de tevgera azadiyê nas dike. Di nîsana 1990’î de tevlî tevgerê dibe. Di 1992’an de li bajarê Agirî dema ku bi erka xebatên ERNK mijûl e, di encama îxbarekê de tê girtin. Wê dibin girtîgeha Nevşehîrê. Piştre sevka xwe ji girtîgeha Çanakale re dixwaze û li wir dimîne. Di heman girtîgehê de di sala 1998’an Newrozê çalakiya xwe li dar dixe. 88 rojan di nexweşxaneyê de dimîne. Lê di 18’ê Hazîranê de tevlî nava karwana şehîdan dibe. Armanca çalakiya xwe di nameya xwe ya ku li dû xwe de hiştibû de wisa tîne ziman. “Ezê dil û mêjiyê xwe bikim pirekî di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê. Ji bo ez bibim şagirteke baş ê Kawayê Hemdem, Mezlûm Doxan û tevahî şehîdan, ez dixwazim wekî agirê bedena Zekiye bişewitim û wekî Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim di rêya Bêrîvan, Ronahî, Mîrze, Mehmet û Eser de ku xwe kirin agirê newrozê, di rêya wan de bi biryareke xurt bimeşim. Ji hêza jiyanê û serkeftina jinê heta dawiyê bawer dikim. Vê baweriya xwe ez dixwazim bikim çalakiya mezin. Ezê bibim dengê qîrkirinên tevahî mirovên mezin.”
Rêbertî ji bona Rêheval Sema vê nirxandinê dike: “Nameyên hevala Sema Yuce hene ku di nav 88 rojên piştî şewitî de nivîsandine. Her derê wê şewitîbû, şewat pir êşê çêdikin. Tevî vê jî dibêjê rojên herî bi zewq ên jiyana min di pêvajoyê de bû. Mesela di warê moral de vê dibêje; ‘di tevgerek wisa de ku nirxên moral ewqasî bilind in, gotina moralê te çawa ye, hem bêwate ye, hem jî nêzîkatiyeke ne baş e.’ Bi hêza jiyana azad kesayeteke berxwedêr a awarte û muthîş derketiye ortê. Ez bawer im ev ê zilam jî ber bi guhertinê ve dehf bide, divê zoriyê bidiyê.’’