Me Jıyan Bi Rêber APO, Bi Hebûna Rêber APO Nas kir
Şervana YPJ’ê Roniya Garzan” jibu tecrîda li ser Rêber APO wiha dinrxîne ”Bûye 2 sal zêdetir tecrîdekî girankirî li ser Rêberê me tê meşandin, ev li hember mirovahiyê tecrîdekî bê exlaqiye, jiber ku Rêber APO ji bo hemû gelan tekoşîn dike, ji bo hemû mirovahiyê şer dike. Bi taybet weke şervanên YPJ’ê em ji koletiyê rizgar kirin û anîn asta ku pêşengiyê bike, em kirin hebûn, heqîqet û hişt ku em li hember zor û zehmetiyê bi rengekî herî xurt bisekinin. Ev jî ji bo me nirxekî pir mezine. Di roja me ya îro de fikir û ramanên rêber APO gihîştiye hemû deverên cîhanê, ev jî dide diyar kirin ku Rêber APO Rêberekî gerdûnîye, ne tenê ji bo gelê kurd şer kir, ji bo hemû cîhanê şer kir û tekoşîn da meşandin. Ger em niha li serhildana rojhilatê Kurdistanê meyze bikin, bi pêşengtiya jina bi navê Jîna Emînî û bi silogana JİN JİYAN AZADÎ ku Rêber APO çavkaniya wê ye, pêşket. li başurê Kurdistanê jî gelê me gelekî berxwedêr, her wiha bi edebiyata xwe û helbestê xwe ve li pêşe, ev jî bi ramanên serokatî hatine pêş xistin. Gelê me li bakûrê Kurdistanê jî her roj bi pêşengtiya jinan serhildanan bi pêş dixin, tevî her roj tên qetlkirin, dest dirêjî li ser wan tê pêkanîn, lê ji ber ku hêviya wan ji ramanên Rêber APO heye, ji Rêber APO hêz girtine , îro li hember her cûre êrîşan li ber xwe didin, radibin ser piyan û bê deng namînin. Mirov dikare mînaka wê li rojavayê kurdistanê jî bide, rojane êrîşên hovane û derveyi exlaqê mirovahiyê tê kirin, lê dîsa jî gel bê deng namîne, radibe ser piyan. Ji ber ku ev gel di perwerdeya Rêber APO re derbasbûye, her roj rêbertî dixwînin xwedî wê hêzê ne ku li hember dijmin rabin. Îsrara me ya di xeta Rêbertî de dide diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê Rêberê me ji zîndanê derkeve, rojên azad emê bi hevre jiyan bikin. Em her tim bi wê hêviyê tekoşîna xwe bilind dikin. Em weke şervanên YPJ’ê dibêjin ku me jiyan bi Rêbertî, bi hebûna Rêbertî nas kir. Rêber APO em weke jin rakirin asta herî jor û em tucarî vê kedê înkar nakin û her ku biçe emê vê tekoşînê li ser bingehê ramanên Rêber APO bêhtir bilind û xurtir bikin.
Ronya Garzan