
Bi Şoreşa Jın, Bİ Tevlîbûna Jin, Bİ Şerkirin û Hezkirina Jin Emê Serbikevin û Rêber APO Azad Bikin
Şervanên YPJ’ê Hêlîn Çiya û Şîlan Gelî weha qumploya navnetewî û tecrîda giran a li ser rêber APO tê meşandin pênase dikin”Ev dewletên navnetewî, dewletên dagirker ên ku destên wan di nava vê qumployê de hebu, xwestin bi girtina fîzîkî a rêber APO re fikrê wî bixin zîndanê, lê bila dewletên navnetewî baş bizanin ku tucarî fikr û felsefa rêber APO nayê jibîr kirin.Ev 25 sala rêber APO di zîndanê de ye lê ew 24 seetan bi mere jiyan dikê, em bi rihê xwe bi rêber APO re jiyan dikin. Ev qomploya ku hat meşandin, bu êşek di dilê hemu gelê kurdistanê de, jiber ku rêberekî weha derketin, bi felsefeyekî weha kûr û pîroz dîtin, girtina rêberekî weha jibu me êşekî pir mezine û nayê jibîr kirin. Emjî wekî şervanên YPJ’ê helwestên xwe, berxwedanî û tekoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê didin meşandin. tucarî bila dewlet ne hizre ku wê fikr û felsefa rêber APO di nava mede wenda bibe, bi sekin û tevlîbuna jin emê ji hemu dagirkeriyê re bibin bersiv û emê dagirkeriyê têk bibin. xwestin di şexsê rêber APO de hemu gelan têk bibin, gel ji nasnameya wan qut bikin, lê heya niha jî gelê me li ser ziman , çand û nasnameya xwe jiyan dikin, helbet evjî bi saya fikê rêber APO ye, pirtûkên ku nivîsandin, perspektîfên ku dane diyar kirin, evjî hişt ku herkes çavê xwe veke û dinya hejand. Rêber APO bi taybet li ser mijara jin sekinî, çawa ku jin jiyan bike, li ser nasname û çanda xwe azad jiyan bike pêş xist, jin bi xwe ya xwe be û çawe xwe bi xwe rêve bibe, xwe rêxistin bike û li hemberî desthilatdarî, zihniyeta kevne perest û hemu dagirkeriyê bisekine û tekoşîna xwe bilind bike. Bi dahorandinê rêbertî û fikrê wî yê azad, ev tişt bi mere hatin ava kirin, li rojavayê kurdstanê rêber APO gelek ked da û çavê vî gelî li duniyayê vekir, gel jî xwedî li wê kedê derket, rabun serhildanê û şoreş kirin, her weha li başûr û li rojhilatê kurdistanê jî ev tekoşîn tê meşandin, îro li her derê bi silogana “JİN JİYAN AZADΔ ya ku rêber APO derxist holê tê avêtin, ev ne hêsane, jiber ku bê jin jiyan nabe, emjî li ser wê bingeh û peradîgmayê dimeşin. helwesta mejî li hemberî dagirkeriya ku rojane zarokan qetil dikin, komkûjiyan pêk tînin, dixwazin çanda me bidin wenda kirin helwestê xwe bi dijwarî nîşan didin, û bila ne hizirin ku emê bê bersiv bimînin, ez wekî jinekî kurd wê hertim berxwedanî û tekoşîna min wê hebe ku em rêber APO fîzîkî rizgar bikin. Rêber APO niha di zîndanê de ye, lê fikrê wî li her derê cîhanê belav buye, em bi wê soza ku ev sala li pêşiya me wê bibe sala rizgarkirina fîzîkî ya rêber APO. Herî dawî jî banga min jibu hemu , jin , ciwan , gelê me yê welat parêz û gelên azadî xwaz ”her kes vî barî deyne ser milê xwe û beşdarî nava refên YPJ , YPG û QSD bibin, ji bo em bikarin bi yek destî li hember desthlatdariyê bisekinin , şer bikin û azadiya rêberê xwe misoger bikin, bi şoreşa jinê emê vê pêk bînin, bi tevlîbuna jin, bi şerkirin û hezkirina jin ji rêber APO re emê bi ser bikevin.