
Ji Derveyî Fikir û Felsefeya Rêber APO a Ku Demukrasî û Jiyana Azad Li Her Derê Dide Ava Kirin Tuneye û Yê Nebe Jî
Şervana YPJ’ê Uzgûr Jiyan” Wiha ji bo tecrîda ser Rêber APO dinrxîne”Ger mirov behsa tecrîda li ser Rêber APO tê meşand bike” mirov bi lenet û wê siyaseta wan ya qirêj vê komploya navdewletî şermezar dike,jiber ku li derveyê hiqûqê mirovahiyê hat pêşxistin û ev hîna jî berdewame. Çima xwestin vê qomployê pêş bixinin? jiber ku dîtin Rêber APO fikrekî bê sînor pêşkêşî cîhanê dike û bi taybetî jî vî fikrê xwe pêşkêşî her jinekî ku jiyan dike û her kes vî fikrî dipejirîne, jiber ku ev fikrê Rêber APO li beramberî pergala qirêj derket, bi vê yeke re jî vê pergalê têk dibe, bindxe û hildiweşîne, ji bona wê jî her roja ku diçe vê tecrîdê girantir dikin. Lê tevî vê jî di serî de Îmralî li hember vê tecrîdê bûye navend û çavkaniya tekoşîn û şer kirinê, ev yek teyisandina xwe li ser gelan jî heye ku li beramberî vê tecrîdê nerazîbûnên gelan hertim derdikevin holê. jiber ku ev gel her roj Rêbertî dixwîne, rastiya Rêbertî dibîne û nas dike, ji bo wê jî her roj ev gel li qada ne û li hemberî vê tecrîda girankirî helwestên xwe nişan didin û vê tecrîdê vala derdixin. Her weha roja îro jin li her deverê cîhanê bi fikrê Rêber APO bi yek dengî bang dikin û komployê şermezar dikin, jiber ku rêber APO ne tenê Rêberê gelê kurde, Rêberekî gerdûnî ye. jiber ku hemû cîhanê ji vî fikrî û felsefeyê bawer kir, zanîn ku ji derveyê fikra Rêbertî a ku demokrasiyê û jiyana azad li her derî dide ava kirin tuneye û yê nebe jî. Bi yekîtiya bi gelê xwe re em jî weke şevanên YPJ’ê ji bona ku em vê tecrîda her roj giran dibe û xwe li ser me ferz dike vala derxin hertim xwedî wê sekna milîtanên Apoyî ne, ku dijminê xwe pûç dike ne. Ramanên Rêber APO ji bo me gavên ber bi azadî, aşîtî û demokrasiyê ne, em jî berdewamiya vî fikrî û felsefeyê ne, îdî di roja îro de hemû cîhan jî ketiye zanebûna vî ramanî û ji vî ramanî re jî dibe parêzvan. Em hertim xwedî wê helwest û sozê ne ku çi dibe bila bibe” yê Rêber APO her kêlî di nava mede jiyan bike, ji ber ku ji derveyê Rêber APO tu kesî raman, bawerî û azadiya bê sînor neda jinê, ev jî ji bo me hemû jinên cîhanê bextewariyeke. li ser vî bingehî jî gereke her jinek tekoşîna xwe xurtir bike û vê tecrîdê di kesayeta xwede vala derxîne.
Uzgûr Jiyan