Daxuyanî

Ji Ragihandin û Raya Giştî re

Ji Ragihandin û Raya Giştî re

Em wek Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 2636’emîn sersala nû ya Medyayî û Newroza gelên Arî di serî de li Rêber APO, şehîdên şoreşa azadiyê, gelê xwe yê berxwedêr ku li hemberî pergala Dehakan bi hezar sale li berxwe didin, jinên têkoşer, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê, hemû gelên Rojhilata Navîn ên azadîxwaz û şervanên azadiyê yên meşaleya Newrozê di çeperên berxwedanê de geş radigirin, pîroz dikin.

Newroz ruh û kevneşopiyeke qedîme ku li gelek deverên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet jî ji hêla gelên Asya û Qafqasya ve weke demsala nû û nûbûna xwezayê tê dîtin û tê pîrozkirin. Gelên Kurdistanî jî vê rojê roja serxistina azadiyê, dawîkirina dagirkeriyê û destpêka dîrokeke nû ya birûmet dibînin û pîroz dikin. Her wiha jin jî ji 8’ê Adarê heya Newrozê li qadên berxwedanê pêşengiyê dikin. Ji Efxanistanê heya Îranê, ji Filistînê heya Cezayîrê bi pêşengiya jinan gel bi ruhê Newrozê li hemberî zordariya serdestan têkoşînê bilind dikin.

Em hêvîdarin di vê Newrozê de ast û qada têkoşînê ji her demekê bilindtir bibe.  Ev Newroz bi berxwedaniya gelan re bibe wesîleya azadiya Rêber APO, çareseriya pirsgirêka Kurd û derbaskirina qeyran û aloziyên li herêmê. Dawî li dagirkerî, şer û zordariyê were anîn û jiyanek bi geşî û xweşiya Newrozê were jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku dê di vê Newrozê de gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî xurt bike. Ev jî bibe zemînê bihêzkirina pergala Netewa Demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê bingeha wê hatiye danîn, li her deverê were înşakirin.

Em ji hemû gelên xwe, jinên serhildêr û gelên cîhanê yên azadîxwaz daxwaz dikin ku qadên Newrozê weke kevneşopiya wê ya dîrokî bikin qadên berxwedan û têkoşînê. Her qadê bikin qada Newrozê, her rojê jî bi ruhê serhildêr ê Newrozê li dijî dagikerî û mêtîngeran têkoşîna xwe bilind bikin.  Em jî weke YPJ bi wesîleya vê rojê didin diyarkirin ku emê  bi her awayî parêzvaniya nirx û deskeftiyên şoreşa gelê xwe û şoreşa azadiya jinê bikin. Em ê di şopa rêhevalên xwe yên şehîd Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik, Şervîn Şerdar, Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan û hemû şehîdên qehreman de, azadiya vê axê mîsoger bikin.

Bimire Dehakên Serdemê!

Bijî Ruhê Newrozê Yê Serhildêr!

Bijî Yekîtî Û Hevgiertina Jinan Û Gelan!

Bijî Rêberê Gelan Rêber APO!

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

2024-03-19 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button