Şervanên YPJ: Wê Azadiya Rêber Apo Bi Geşkirina Agirê Newrozê re Mîsoger Bibe

Şervanên YPJ: Wê Azadiya Rêber Apo Bi Geşkirina Agirê Newrozê re Mîsoger Bibe
Şervanên YPJ’ê Roja Newrozê pîroz kirin û peyama bilind kirina agirê newrozê dan.
Şervana YPJ’ê Şemis Dêrîk roja Newrozê di serî li Rêber Apo hemû malbetên şehîdan û li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Kawayê Hesinkar bi pêxistina agirê azadiyê re ev roj bi wate kiriye. Heman demê de Mazlûm Doxan jî bi heman rûhî agirê Newrozê geş kir û her sal bi vê berxwedaniyê em agirê berxwedaniya gelan geştir dikin. Rihê Newrozê bi felsefeya jiyana azad ya ku RÊBER APO nişanî me hemû jinan daye re bilintir dibe. Emê herdem bibin afînerê jiyanê heya ku em serkeftinê bi dest dixin. Wê ev biryardariya me serkeftina gelan mîsoger bike û li hemû cîhanê belav bike. Em soz dikin şehîdên şoreşê, RÊBER APO û gelê xwe ku emê li ser xeta ronahiya berxwedaniya bin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî emê şer bikin heya ku azadiya fîzîkî ya RÊBER APO misoger bikin û qadên dagirkirî rizgar bikin. Bi hatina roja 21’ê adarê re em şehîdên azadiyê şehîd Zîlan, Mazlûm Doxan, Bêrîtan û Sara bi bîrtînin emê şopdarê ronahiya riya wan bin.”
Şervana YPJ’ê Heyat Mihemed jî weke şervaneke Ereb ya di nava refên Yekîneyên Parastina Jin de diyar kir ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi geş kirina agirê newrozê re mîsoger bibe û di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser wate û girîngiya newrozê û wiha got: “Roja 21’ê Adarê rojekê ji bo me hemû gelan girînge û watedar e. Di vê rojê de agirê azadiyê hatiye pêxistin û ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve meşaleya serhildanê hatiye hildan.”
Newroz Îfadeya Netewa Demokratîke
Newroz ne tenê gelê Kurd ji bo hemû gelên azadîxwaz, li hemberî deshildariyê serî hildanê. Şervana YPJ’ê Heyat Mihemmed weke gelê Ereb pîroz kirina me ya Newrozê îfadeya yekîtîya netewa demokratîke û wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Di vê roja bi wate da gelek hevalên delal ji bo ku desthiladarî û bindestiyê têk bibin, bi rihê newrozê agir berdan canê xwe. Li derdora Rêber Apo bûn xelekên ji agir. Îro jî wê azadiya gelan û azadiya fîzîkî ya RÊBER APO bi geş kirina agirê Newrozê misoger bibe. Em bi boneya 21’ê Adarê Mazlûm Doxan bi bîrtînin, di nava çar dîwaran da agir berda bedena xwe û wiha got ‘dibe ku em di nava çar dîwaran da girtîbin lê emê cardin berxwebidin ji ber ku BERXWEDAN JIYANA.’
Navenda Ragihandina YPJ