DaxuyanîWêne

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Rêhevalên me Arîn Kobanê û Sorxwîn Celal di encama êrîşa hewayî ya dewleta dagirker û faşîst a Tirk de şehîd bûn.

Di encama êrîşa dewleta Tirk ya dagirker û qirker ku li beramberî şervan û pêşeng, welatparêz û kedkarên şoreşê di nav êrîşên herî hovane de ye, di 3’ê Nîsanê li Kobanê de rêhevalên me Arîn Kobanê û Fermandar Sorxwîn Celal şehîd bûn. Em li beramberî bîranîn û keda van rêhevalên xwe bejna xwe ditewînin. Wan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Ji malbatên wan yên welatparêz, gelê xwe û hemû şervanan re sersaxiyê dixwazin û didin diyarkirin ku dê tola yek bi yekê van êrîşan were hilanîn.

Hevala me Arîn Kobanê di malbateke welatparêz û dilsozê dozê hate dinyayê û bi vê çandê jî mezin bû. Di temeneke ciwan jî di nav têkoşîna şoreşê de cih girt û bû yek ji kedkarên jêhatî yên şoreşa azadiyê. Bi feraseta parastina gelê xwe, bi pîvanên milîtanî beşdarî hemû hemle û erkan bû û wiha jî pêşengtiyeke xurt da meşandin.

Hevala me Sorxwîn Celal ku ji eşîreta Pinyanişî ya welatparêz li Çelê hate cîhanê, bi çanda resen ya Kurdewarî mezin bû. Ew ji kaniya welatparêziyê xwe perwerde kir û çawa ku li kolanên Çelê li dijî hêzên dagirker di zarokîniya xwe de di serhildanan de aktîf cih girt, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştevaniya dewleta faşîst û qirker ya Tirk êrîşê Kobanê kirin, berê xwe da bajarê berxwedanê. Hevala me Sorxwîn di sala 2014’an tevlî berxwedana Kobanê bû û heya kêliya şehadeta xwe di hemû pêngav û hemleyên şoreşgerî de bi wêrekî û fedakariyeke mezin cih girt. Di hemleya Tilberak û Tilhemis heya şerê li Hesekê û Serêkaniyê, tim li eniya pêş û bi rola pêşengtî rabû û bi awayeke wêrek û dilsoz tevlî bû. Fermandara me Sorxwîn Celal di şer de bi caran birîndar bû û çaveke xwe jî wenda kir û bû gaziyeke şoreşê. Fermandar Sorxwîn ku fermandareke dilmezin bû, karî her şervan û hevaleke xwe di dilê xwe de bi cih bike. Bi mutewazîtî û sebira xwe hate nasîn.  Ji hêla hemû hevalên xwe ve hate hezkirin û şopeke pir kûr li ser her hevaleke xwe da çêkirin.

Em dubare ji malbat û gelê xwe re sersaxî dixwazin û vê destnîşan dikin ku emê li ser rêç û armancê rêhevalên xwe yên şehîd têkoşîna xwe mezintir bikin. Emê ala ku wan rakirin û niha jî dewrê me kirin, bi serketinê tacîdar bikin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku xwe li doza şehîdên xwe xwedî derkevin. Li beramberî lîstok û êrîşên xayînane yên dijmin bi şiyarî nêz bibin û bertekên di cih de raber bikin.

Nsnameya Hevrêyên Me Yên Şehîd Wehaye:

Nasnav: Sorwîn Celal

Nav û Paşnav:  Vahide Atalay

Navê Dayikê: Hüzneycan

Navê Bav: Haci

Cih û Dîroka Şehadetê: 03.04.2024/Kobanê

Nasnav: Arîn Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: 03-04-2024

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

2024-04-06  

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button