Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

Şoreşa Jin a Rojava rûxmî hemû êrîşên feraseta qirker jî bi berxwedaniyeke mezin di pêşxistin û avakirina jiyana azad de bi israr e. Ji ber vê yekê êrîşên çavnebar yên dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazên kirêt didome. Di van êrîşan de dewleta Tirk a dagirker bi taybet jinên şoreşger dike armanc. Îro fermandar û şervanên YPJ’ê yên ku li pêşiya çavê tevahî cîhanê dibin armanca balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker, cardin rûreşiya navnetewî dide nîşan dan.
Hevrê û Fermandara me Jînda Cudî li ser rêka Amûdê û Qamişlo ji aliyê balafirên bê mirov yên bi çek yên dewleta Tirk a dagirker hate armanc kirin. Di encama vê êrîşa dewleta Tirk ya namerdane de Fermandar Jînda Cudî û hevrêyê me Salih Xelîl tevlî karwanên nemiran bûn.
Hevrêya me Xezal Belge bi nas nav Jînda Cudî di sala 1985’an de li Şirnexê, di nava malbateke xwedî çanda welatparêz ji dayik dibe. Botan di dîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de bi serhildan û berxwedanên ku li hemberî dagirkeriyê dane meşandin re, navendeke esasî ya xwe rêxistin kirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Gelê me yê Botanê li hemberî axa, mîr, desthildariya Osmanî û Komara Tirkiyê herdem berxwedan esas girtiye. Ev rûhê berxwedêr yê gelê me bi taybet di salên 1990’î de gihîşte asta lûtkeyê û kesayetên weke Bêrîvan (Binevş Agal) afirand, di kesayetên weke Jînda Cudî de jî ev rûhê serhildanê zîvirî çandeke domdar. Fermandar Jînda ji herêma Botanê ye ku gelek ewladên xwe yên qehreman di nava refên azadiyê de tekoşîn kirine û xwe fedayî doza azadiya gelê xwe kirine.
Malbata hêja ya Fermandar Jînda di sala 1989’an de di demên artêşbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê de ya di bin fermandartiya Fermandarê mezin Mahsum Korkmaz (Egîd) de beşdarî rêxistinbûna artêşbûnê gelê berxwedêr bûn. Malbata Fermandar Jînda di dîroka tekoşîna azadiyê de bûn yek ji malbatên me yên qedir bilind û xwedî kedeke mezin. Tevlîbûnên ji nava malbata hevrê Jînda rastiya tekoşîna azadiya Kurdistanê ya ku di oxira azadî û serfiraziyê de berdelên ku tên dayîn, daniye holê. Bavê fermandar Jînda, Yûsif Belge di sala 1998’an dema ku xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê dikir, tevlî karwanên nemiran bû. Vê yekê ji bo malbata Belge di aliyê herikîna nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêvajoyeke nû da destpê kirin. 2 birayên fermandar Jînda jî yên bi navê Fîras û Rizgar jî li botanê di dîrokên cûda de tevlî karwanên nemiran bûn.
Fermandar Jînda jî li ser şopa mîrateye berxwedanê di salên 1999’an de li Bakûrê Kurdistanê beşdarî xebatên ciwanan dibe. Fermandar Jînda weke şopdareke sadiq ya nirxên tekoşîna azadiyê di sala 2003’an de ji bo bi awayekî aktîf beşdarî tekoşîna azadiyê bibe ji Botanê tevlî nava refên azadiya Kurdistanê dibe. Li çiyayê Kurdistanê destpê tekoşîna azadiya gelan dike, li çiyayên azad weke jineke Botanê di gerîllatiyê de dibe xwedî ezmûnên mezin. Dema ku Şoreşa Rojava destpê kir, weke mîlîtaneke Apo’yî ya sozdar li ser esasê bangawaziya Rêber Apo berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê. Di nava refên YPJ’ê de dibe yek ji jinên wêrek û di pêngavên rizgar kirinê de di eniyên herî pêş de cihê xwe digre. Fermandar Jînda di şerên giran yên weke Cezaa, Rebîaa, Mebrûka, Til Koçer, Serêkaniyê, Pêngava Şehîd Rûbar û Holê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Demên herî dijwar yên şerê azadiyê de Fermandar Jînda weke jineke tekoşer bi erkên xwe yên mîlîtantiyê rabû. Di pêngavên rizgarkirinê de rûxmî birîndariyên xwe jî bi sekna xwe ya fedakar, wêrek û bi kelecan ji bo parastina axa welat û bi pergal kirina rehêndên netewa demokratîk bê ku ferq û cûdahî bike nava xebatên şoreşê de di hemû eniyên berxwedanê de cih girt.
Hevrêya me Jînda Cudî di dîroka 3’ê Cotmeha 2024’an de ji aliyê balafirên bê mirov yên bi çek a dewleta Tirk a faşîst ve hate hedef girtin û tevlî karwanên nemiran bû. Ev faşîzma Tirk ya şervan û fermandarên YPJ’ê yên li hemberî DAIŞ’ê şer kirine, bi rêbazên wiha yên namerdane ve dike armanc, cardin rastiya qirkeriya dewleta Tirk a dagirker radixîne ber çavan. Îro berxwedaniya ku em didin meşandin berxwedaniya jiyaneke bi rûmet jiyînê ye, me di berdelên canên delal yên keç û xortên welat de şoreş pêk anî, emê helbette bi biryardariya roja destpêkê herdem parastina şoreşa xwe bikin. Em hêzeke tolhildanê ne ji ber wê jî bila dagirkeriya Tirk baş bizanibe ku em tu car tola xwe li erdê nahêlin. Emê hesabê her yek ji hewldanên dagirkeriyê ji faşîzma Tirk bipirsin.
Em weke YPJ’ê di serî de ji bo malbata hêja ya fermandar Jînda Cudî, gelê xwe yê Botana berxwedêr û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em sozdarên hevrê û fermandarê xwe ne ku emê xeyal û îdealên wan yên azadiyê bigêhêjînin serkeftinê. Şoreşa Rojava li ser mîrateya fermandarên weke Jînda Cudî xwe ava kir û wê ji vir şûnde jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê tekoşîna xwe bilind bike.
Nasnameya Hevrê ya me wiha ye:
Nasnav: Jînda Cudî
Nav û Paşnav: Xezal Belge
Navê dayîk: Behiye
Navê bav: Yûsif
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê-Qamişlo / 03-10-2024
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
05.10.2024