Di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ku hemwext salvegera êrîşên dagirkeriyê li ser Girêspî û Serêkaniyê ye, Fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî nêrînên xwe bi me re parvekirin.
Fermandara YPJ’ê Leyla di serî de komploya 9’ê Cotmehê û komploger şermezar kir û da zanîn ku ev komplo bi zanebûn û plankirî li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û gelên Herêmê hatiye meşandin, lê bi berxwedana hevbeş jî dê têk biçe.
Leyla Waşokanî, di derbarê hêzên ku ev komplo plan kirin û birêve birin de got: “Komplo derbasî sala 26’emîn bû. Ev komploya ku 9’ê cotmeha sala 1998’an destpêkir, navnetewî ye û bi plan û biryara dewletên Emerîka, Yekîtiya Ewropa kete meriyetê, hin dewletên herêmê û hêzên Kurd yên noker jî tê de rol leyîstin. Planên pir zirav yên sedsalê di vê komployê de hene. Wek tê zanîn dewleta Tirk endamê NATO ye û teqez bêyî fermana NATO qet nikare tevgerekê bike. Jixwe wê demê jî eşkere bû ku yên vê komployê plan dikin û birêve dibin, ne Tirkiye ye. Ingilistanê ji Tirkiyê re lambeya kesk vêxist, piştî wê jî Tirkiyê li ser Suriyê zext çêkir. Rejîma Esed tehdît kirin ku ger Rêbertî ji wir dernekeve, dê êrîşeke leşkerî li dijî Sûriyê pêk bînin. Di navbera Washington û Kurdên xayîn, Îsraîl- Enqere, Misir û Suriyê trafîka dîplomasiyê pir zêde bû. Wiha jî eşkere dibe ku ev komplo bi hesabên pir zirav û bi armancên pir kûr û veşartî hatiye plankirin.”
Di berdewama axaftina xwe de Leyla Waşokanî îşare bi hewldanên Rêber Apo yên çareseriyê li Ewropa kir û da zanîn: “Dema ku Rêber Apo derbasê Ewropa bû, yekser daxwaz kir ku pirsgirêka Kurd di bi awayeke qanûnî were bidest girtin û bi şêweyeke aştiyane were çareserkirin. Lê ev bi zanebûn hate redkirin. Komara Tirkiyê wek netew-dewleteke qirker û faşîst li ser dagirkerî, derew, talan û qirkirinê hatiye damezirandin. Dijminatiya wan ya li dijî hebûna gelê Kurd pir eşkere ye. Dewletên Ewropa jî vê taybetmendiya faşîst ya Tirkiyê û dijminatiya wî ya li dijî gelê Kurd pir baş dizanin. Ew jî vê dijminahiyê wek çekekê bi kar tînin û jê sud werdigirin.
Di Rojhilata Navîn de dewleta Tirkiyê wek sîxor û pêvekê hegemonya rol dileyîze. Planên wan yên li herêmê jî piranî bi destên dewleta Tirk têne pêkanîn. Niha Tirkiye xwe li dijî Îsraîlê nîşan dide. Lê ev jî derveyî rastiyê ye. Şerê li herêmê hêzên emperyal yên hegemon kordîne dikin û yê ku pratîze dikin jî piranî dewlet netewên pêvek wek Tirkiyê ne. Ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ango hevsarê Tirkiyê tim di destên hêzên hegemon de bimîne, di pêvajoya çûna Rêbertî li Ewropa pêşiya pêvajoya çareseriyê girtin. Di pêvajoyên din de jî ku tim şensê çareseriya aştiyane derkete holê, bi awayekê hate sabotekirin û nehiştin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ev ne li gor berjewendiyên wan e.”
Di derbarê awayê ku di roja me ya îro de komplo çawa dewam dike de, fermandara YPJ’ê Leyla da zanîn ku Têkiliya komployê bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re heye.
Leyla Waşokanî, bi girîngî diyar kir ku: “Teqez pêwîste komploya navnetewî ya ku 9’ê Cotemeha sala 1998’an destpêkir û di 15’ê Sibata sala 1999’an Rêbertî hate dîlgirtin, teng neyê bidest girtin. Divê komplo berfireh were nirxandin. Ji bo ku kûraniya wê fêm bibe û têkoşîna li dijî wê jî di heman astê de bilind were raberkirin. Komploya 9’ê Cotmehê bûyerek jirêzê û besît nebû, berovajiyê wê bi ziravî hate meşandin. Tê dîtin ku pir hêz û dewlet di komployê de cih girtin. Ji bo rastiya Komployê fêm bibe, Rêber Apo têkoşîn û xebateke berfireh da meşandin. Jixwe ji bo negihîje armancê, 26 sale bênavber têkoşîn tê kirin. Dikare were gotin ku komploger negihîştin armanca xwe. Lê hîna jî lîstik û komployên li ser Rêber Apo û tevgera azadiyê û têkoşîna gelê Kurd dewam dike. Ev komplo di esas de îro bi tecrîd, îzolasyon û êrîşên li ser azadîxwazan bi kûranî didome. Ev komplo li ser tevahî mirovahiyê ye. Gerek were zanîn ku komploya 9’ê Cotmehê yek ji pêngavên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû û ev rastî jî îro pir eşkere derketiye holê.
Îro li tevahî cîhanê şer û pevçûn hene û li tu welatî aramî nemaye. Jixwe li Rojhilata Navîn rewşeke pir aloz di holê de ye. Şerê ku 10 salan bi wekaletê dihate meşandin, heya astekê bi dawî bûye û şûna wê yekser dewletên herêmê hatine rûbirûyê hev. Dewleta qirker ya Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê û Iraqê (başûr û rojavayê Kurdistanê jî di nav de) dagir kiriye. Herwiha îhtîmal heye şereke hîna berfirehtir çêbibe. Şerê di navbera Îsraîl, Hemas û Hizbûlahê de Îran jî girtiye nav xwe û her diçe krîzên mirovî kûrtir dibin. Li Suriyê û Iraqê aloziya siyasî çareser nebûye. Ev jî hemû lingên dîtir yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in.”
Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de li dijî Serêkanî û Girêspî tevgera dagirkeriyê hate destpêkirin. Fermandara YPJ’ê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk wiha got: “Ji sala 2016’an dewleta Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê (Bab û Cerablûs) dagir kir. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin jî dijminê neyar berê xwe da Serêkanî û Girê Sipî. Ev êrîş bi erêkirina hêzên hegemon pêk hat. Tu hêzên derve li pêşiya wan nebûn asteng û negotin ku tu çi dikî û çima dikî? Dewleta Tirk jî berê xwe van herêman û bi êrîşeke pir tund ya dij-mirovahiyê gel qir kir. Bi sedan kesên medenî şehîd bûn. Malên wan hatin talankirin. Herwiha çekên kîmyewî hatin bikar anîn. Li beramberî dagirkeriyê şervanên YPJ û YPG bi fedakarî şer kirin. Li cihên hatine dagir kirin roj nîne ku trajediyeke mirovî neyê jiyankirin. Tirkiye niha behsê trajediya Fîlîstinê dike, lê kiryarên Erdoxan û yên Netenyahu qet ferqa wan ji hev nîne. Heman tişt bi serê gelên sivîl anîn. Niha jî gelê me koçber e. Di şertên zehmet ên koçberiyê de têkoşîna jiyanê didin. Mal û milkê gelê me hatin talankirin. Cihên dîrokî hatin wêrankirin û çeteyên DAÎŞ li van bajêran hatin bicihkirin.”
Dagikerî, talan û koçberî bi xwe re trajediyeke bê emsal tîne, fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî di vê mijarê de bêdengiya cîhanê jî rexne kir û got: “Gelo rewşa gelê herêmê, êşên wan nayên dîtin? Bêguman dibînin. Lê belê hêzên navnetewî bixwe qeyran ava dikin. Wek berdewama komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo, dewleta Tirk êrîşê bajarên Rojava kir ji bo ku vîna şoreşê bişkêne. Di xeyala Erdoxan de avakirina Împaratoriya Osmanî ya nû heye. Cîhanê jî çav li vê girtiye û tenê temaşe dikin. Lê ya ku wan hesab nekiriye heye. Berxwedan bûye çand. Dibe beşek ji axa me hatibe dagirkirin, lê mêjî, dil û ruhê vî gelî nayê dagirkirin û ji bo azadiya xwe jî heya dawiyê dê şer bikin û têbikoşin.
Jixwe rojane topbaran li herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê pêk tê. Bi rêya balafirên bêmirov jî pêşeng û şoreşger, herwiha gelê welatparêz tê hedefgirtin. Her roj li ser xetên sînor şehîd û birîndar çêdibin. Di heman demê de tehdîta êrîş û dagirkeriyê dikin. Di vir de para xayînan jî heye. Çawa ku li başûr malbata Barzanî ji bo Erdoxan bin-nekeve seferber bûye, li rojava jî hin hûcreyên veşartî yên xayîn girêdayî PDK’ê heman rolê dileyîzin û destên wan di xwîna şehîdan de heye.”
Leyla Waşokanî girîngiya bersivdayîn ji komploya navnetewî re anî ziman û got: “Bêguman bi tenê çalakiyên şermezarkirina komployê ji bo ku ev plana qirêj vala derkeve têrê nake. An jî dagirkerî û xiyanet bi lenetkirinê ji holê ranabe. Divê mirov armanca dijmin baş bizanibe. Çima komplo pêk hat? Çi hedef dikir? Rêbertî di parêznameyên xwe de naveroka komployê danî holê. Li beramberî wê jî pergala netewa demokratîk û pradîgmaya demokrasî, ekolojî û azadiya jinê destnîşan kir. Ev ji bo me gelên bakur-rojhilat Sûriyê tê çi wateyê? Bi zextên navnetewî Rêbertî ji nav me hate derxistin. Paşê jî hate dîlgirtin. Rêbertiya me 26 sale ku liberxwe dide. Her kêliya xwe ya li Îmraliyê jî pêvajoyên herî dijwar ên şer e. Erkên me yên vê demê hene; Ya yekem ji bo komplo bi tevahî pûç bibe, divê em hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bikin. Bêguman ev tenê bi meş û çalakiyan nabe. Di heman demê de pêwîstî heye em nêrînên Rêbertî pratîze bikin. Ango pergala netewa-demokratîk bi hemû rehendên wê ve pêk bînin. Mijara dîtir jî bêguman pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Ji ber em wek herêm bi êrîşan re rûbirû ne, Kurdistan û Rojhilata Navîn di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye. Emê jî wek pêkhateyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di her qadekê de Şerê Gel ê Şoreşgerî birêxistin bikin. Encex wiha em bikaribin pêşiya êrîşan bigirin, dawî li dagirkeriyê bînin û rejîma Îmraliyê ya îşkenceyê bi tevahî hilweşînin. Ev jî erk û berpirsyariya me ye.”
Fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî şehîdên ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ ku li dora Rêber Apo bûne xeleka ji agir, şehîdên ‘Berxwedana Rûmetê’ û tevahiya cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: “Bi minetdarî bejna xwe li pêşberî bîranîna wan ditewînim û dibêjim teqez emê armancên şehîd û lehengên xwe, di mêjî û dilê xwe de xwedî bikin û li ser şopa wan tekoşîna xwe bigihînin zaferê. Girêdana me ya heqîqî bi wan pekrewanan re, ewe ku em wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û li ser şopa wan bi qehremanî tekoşînek serkeftî pêkbînin. Weke ku Rêber Apo dibêje: Girêdana me bi şehîdan re teqez ewe ku em li keda wan xwedî derkevin û gavên pir xurt bavêjin.
Di dawiya axaftina xwe de Fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî got: “Dema ku em tê de ne, dema kar û xebatê ye. Pêwîste em tev bi hevre hêza xwe bikin yek û li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo rabin. Ji bo ku em layiqî keda mezin ya Rêber Apo, şehîd û gelê xwe derkevin em ê tekoşîna xwe xurtir bikin û bibin şoreşgerên kêliyê. Cardin em soz didin gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, ku emê dawî li dagirkeriyê bînin. Herwiha ez bang li gelê me û bi taybet jî jin û ciwanan dikim ku bi hemû hêza xwe ve di nav şoreşa azadiyê de cih bigirin û bibin perçeyek ji vê dîroka bêmînak.”
Navenda Ragihandina YPJ/(tb)
08-10-2024










