Daxuyanî

Dê Komplo û Dagirkerî Negihîje Armanca Xwe

 

 

Ji Ragihandin û Raya Giştî re

Di 27. salvegera komploya navnetewî û 5. Salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girêspî û Serêkaniyê, herwiha peymana li dijî Şengalê, em komploya bêbext û dagirkeriyê bi kîn û nefret şermezar dikin û didin diyarkirin tucar destûr nadin komplo û dagirkerî bigihîje armancê xwe .

Rêbertiya me, gelê me, jin û azadîxwazên cîhanê 27 sale ku li beramberî komploya navnetewî ya ku bi derxistina Rêber Apo ji axa Rojhilata Navîn destpêkir, bi berxwedaneke bêhempa têdikoşin. Em di serî de hemû şehîdên bi dirûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” canê xwe feda kirin, şehîdên Berxwedana Rûmetê û hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî bîranîna wan ditewînin. Her wiha gel, jinên têkoşer, rêheval û dostên xwe ku bênavber li beramberî komployê têdikoşin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî di hemû saheyên têkoşînê de ala azadiyê bilind dikin, bi rêz û hezkirin silav dikin.

Ji despêka sedsala 20’mîn ve hêzên faşîst ên netew-dewlet gelê Kurd bênasname, bêdîrok, bêçand û bêziman hiştin. Li ser vê bingehê jî carna bi eşkere, carna jî bi veşartî gelek peymanên parçekirina Kurdistanê yên wek Skays Picot, Sewr, Lozan di navbera xwe de mohrkirin û li ser tunekirina Kurdan li hev kirin.  Polîtîkayên îmha û qirkirinê xistin meriyetê û ji bo ji tunekirina gelê Kurd dest bi komkujî, komplo, asîmîlasyon, şerê taybet û qirkirina çandî kirin. Di encama vê de gelê Kurd ji mafê nasname û hebûna xwe bêpar ma û di valahiya hebûnê de kete rewşa nasnameya wendabûyî.

Tevgera Azadiyê bi rêbertiya Rêber Apo di oxira zindîkirina gelekî ku xistibûn jêr betonê û binax kiribûn têkoşîneke berfireh da destpêkirin. Rêbertiya me rewşa giran ya qirkirina li ser gelê Kurd tehlîl kir. Li beramberî vê yekê jî şoreşa şiyarkirin û rêxistinkirinê da meşandin. Di encama keda Rêbertî ya salên dirêj de hebûna gelê înkarkirî dubare hate qezenckirin.

Rêber Apo di van 26 salên derbasbûyî de jî kêlî bi kêlî li hemberî rastiya komplo û şert û mercên dîlgirtina Îmraliyê, di asta lûtkeyê de têdikoşe, li ber xwe dide, xwe bi hêztir ava kiriye û ruxmî hemû kiryaran, rêyên çareserî û aşitiyê pêşkêş dike. Rêbertiya me bi vê sekna xwe ya bêhemta armanca komployê deşîfre kiriye, pergala komploger ya sermayedar bi hemû rûyên wê yên nepenî derxistiye zanebûnê û li dijî wê têkoşîneke xurt ya îdeolojîk, polîtîk dimeşîne.

Rêber Apo di nav şert û mercên zehmet yên gireva Îmraliyê de ku wek “Çala Mirinê” binav dike sekneke berxwedêr û têkoşîner ya bêmînak raber dike. Îmralî zîvirandiye navenda şerê bingehîn. Sermayedariyê hedef dikir ku gelan bêhêvî, bêyî îdeolojî, bêyî pergal û bêyî parastin bihêlin, ji bo bikaribin wek kerî birêve bibin. Lê gel ji felsefeya Apoyî hêz û îlham digirin. Komployê hedef dikir ku Rêbertiya me ji gel û Tevgera Azadiyê qut bike, îzeole bike û bide jibîr kirin, lê belê Rêbertiya me bi sekn û xeta xwe ya berxwedanê, hemû sînor û astengiyên heyî şikandiye û xwe gihandiye cîhanê. Lewma le her derê gelên azadîxwaz ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meydanan tejî dikin.

Roj bi roj qeyran û kaosa pergalî ya ku di avaniyê de tê jiyîn, girantir dibe. Lewma li beramberî raman û perspektîfên Rêber Apo yên çareseriyê tengavtir dibin. Ji ber vê yekê rewşa girtîbûna Îmraliyê qulipandine tecrîdeke giran ku hemû zagonên navnetewî têne binpêkirin. Ruxmî hemû serlêdanên parêzer, malbat, her wiha çalakiyên gelê Kurd û dostên xwe jî ev 36 mehin ku ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Cezayên di bin navê dîsîplînê de li ser Rêbertiyê pêk tînin. Bi vê yekê re dixwazin ku pêşiya qanûna Mafê Hêviyê bigirin û di raya giştî de vê yekê rewa nîşan bidin.

Hêzên hegemon ji bo dîzaynkirina nû ya herêmê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn xistine dewrê. Îro Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e, bi awayên hovane ku ti zagonan nas nake tê meşandin.

Wek perçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi erêkirina hêzên hegemon yên sermayedar re dewleta faşîst ya Tirk êrîşeke hovane li beramberî Girêspî û Serêkaniyê pêk anî. Li beramberî van êrîşan gelê me û şervanên YPJ-YPG bi qehremanî bedena xwe kirin sîper û canê xwe feda kirin. Herwiha bi sedan ji gelê me yê Ereb û Kurd di encama bombebarana hovane ya rejîma faşîst ya Tirk û çeteyên wan de şehîd bûn. Li Girêspî û Serêkaniyê ku îro di bin dagirkeriyê de ye, rojane bûyerên binpêkirina mafan, tecawuz, revandin û kuştin, herwiha guhertina demografya ku suçên mirovahiyê ne, pêk tên.

Herwiha di 9’ê Cotmehê de peymanek ku gelê me yê Şengalê dubare bi xeteriyên qirkirinê re rûbirû dihêle, derveyî îradeya gelê Êzidî hate girtin. Li beramberî vê peymanê, gelê me yê Şengalê di ferqa armancên ku têne kirin de ne û têkoşîna hewce raber dikin.

Em jî weke hêzên YPJ’ê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên jinan û gelan li herêmê misoger bikin, bi paradîgmeya Rêber Apo têkoşîna xwe bi berdewam dimeşînin û xwedî wê soz û îdeayê ne ku em serkeftin û azadiyê diyarî gelan bikin. Li ser vê bingehê em dubare berxwedan û têkoşîna Rêber Apo, şervanên azadiyê, gelên Kurdistanê û cîhanê yên ji bo azadiyê silav dikin û bang li jinan û gelên azadîxwaz dikin ku em bi hev re hemleya ‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo’ bi serketinê tacîdar bikin.

Bimire Komploya Navnetewî!

Bimire Dagirkerî û Xiyanet!

Şehîd Namirin!

Bijî Rêber Apo!

                                                                                        Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

                                                                                                            2024-10-08

 

 

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu