Peyama Fermandariya YPJ Ji Bo Gruba Zapatîsta Mujeres La Sexta

Di dîroka 25.10.2024’an de grubên li hemberî êrîşa li ser Zapatîsta û Rojava ji bo piştgîrîye wek dîyarî wêne amadekirin. Bi vê wêneya piştgîriya Rojava û YPJ anîn ser zîman. Li ser vê bingehê YPJ bi bersîvekî nîvîskî daxuyanî da. Di daxuyanîyê de ev peyamên ku hatiyê pir wate hate dîtîn û spasî hate kirin.
Grubên bi navê “Zapatîsta Mujeres la Sexta(Sexta Grietas del Norte û ECR)” ku bi armanca hevgirtina bi Rojava, YPJ’ê û Zapatîsta re di roja 25 Cotmehê salvegera artêşbûna jin de peyam şandin.
Fermandariya Giştî ya YPJ jî bi awayek nivîskî bersiva peyamê da û spasiya xwe anî ziman
Peyama Fermandariya YPJ wiha ye…
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ peyama we ya giranbiha û watedar ku we bi armanca hevgirtinê şandiye, em bi hest û hizrên şoreşgerî bi germahiya şoreşa Rojava we silav dikin û em we spas dikin.
Têkoşîna azadiya jinê bi vî ruhê hevgirtinê ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ye. Têkoşîna hevpar a jinan wê dawî li pergalên faşîst û dagirker ên dijminên jinan bîne. Têkoşîna gerîlayên azadiyê ku bûye hêviya rizgariya jin û gelan teqez wê bighêje serkeftinê. Ti komkujî û êrîşeke faşîzane wê nikaribe me ji eşqa azadî û armancê dûr bixe. Di vê wateyê de têkoşînên ku berdêlên wê giranin, nirxên mezintir bidest dixin.
Bijî têkoşîna azadiya jinê
Bijî ruhê jinan ê enternasyonalîst
Bijî berxwedana jinên Zapatîsta û YPJ’ê.
Fermandariya Giştî ya YPJ
26 Cotmeh 2024