Nûçe

Dewreya Şehîd Nûcan Ocelan Bi Serketî Dawî Bû

 

Akademiya Şehîd Rojda Minbic, dewreya Şehîd Nûcan Ocalan bi beşdariya 13 şervanên Yekîneyên Parastina Jin  (YPJ) bi merasîmeke leşkerî bi awayeke serketî bi encam bû.

Di dewreya Şehîd Nûcan Ocalan ku 45 rojan dewam kir de şervanên YPJ’ê dersên îdeolojîk, siyasî û leşkerî dîtin. Di dewreyê de li kêleka dersên leşkerî û parastinê, herwiha îdeolojiya azadiyê jinê, pîvan û rêgezên şoreşgeriyê û erkên şervanên YPJ bi berfirehî hate dîtin.

Dewreya Şehîd Nûcan Ocalan bi merasîmeke leşkerî hate dawîkirin. Di merasîmê de fermandar û şervanên YPJ û QSD, endamên Meclîsên Leşkerî yên Reqa, Tebqa û Eyn Îsa amade bûn.

Merasîma leşkerî ya dawîkirina dewreya Şehîd Nûcan Ocalan bi deqîqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê fermandariya  Focê Qemer Tebqa mezûnbûna şervanên dewreyê hate pîrozkirin. Fermandar Qemer diyar kir ku: “Şervanên me ku perwerdeya birdozî û leşkerî dîtin, herwiha hakimiyeta wan li ser çekên ferdî û navîn çêbû, divê li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Apo  xurtir bimeşin.” Fermandar Qemer Tebqa di dawiya axaftina xwe de bajarê Reqqa ya ku ji destê DAIŞl’ê hatiye rizgar kirin bibîranî û di berdewamiya têkoşînê de ji şervanên ku dewreya xwe bidawî kirin re serketin xwest.

Merasîm bi sonda leşkerî ya endamên dewreyê, peymana şopandina xeta şehîdan û li ser rêya azadî û têkoşînê, parastina hemû jinan û  tekoşîna avakirina ewlehiya gelê herêmê bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe”,  “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

 

 

Navenda Ragihandinê YPJ

21.10.2024

 

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button