“Ez Weke Şervaneke YPJ’ê Parastina Welat, Gel û Jinan Erka Sereke Dibînim”
Şervana YPJ’ê Perwîn Heleb ya akademi şervanên nû Ya Şehîd Rojda Minbic de perwerde dibîne, avakiriye nirxand’ın xwe’sinde guhertinên.
Şervana YPJ’ê Perwîn Heleb di dewreya Şehîd Nûcan Öcalan ya Akademiya Ş.Rojda Minbic de perwerdeya şervanên nû dibîne, di derbarê perwerdeyê de nêrînên xwe bi me re parve dike: “Tişta ku hişt ez bi vînû hizra xwe ve tevlî nava refên YPJ ‘ bibim, ew bû ku bikaribim weke jineke Ereb hêz, hebûn û nêrînên xwe îfade bikim. Me di ve akademiyê de gelek perwerde dîtin; soza min jî ewe ku bi rêka van perwerdeyan bibim jineke xwedî hêz û vîn, da ku. bikaribim parastina xwe û tevahî jinan bikim. Her wiha li beramberî dijminê ku dixwaze riya têkoşîna şoreşa me xrab bike bi hemû hêza xwe ya fikrî û fîzîkî ve şer bikim û wê destûrê nedimê. Ez weke jin parastina welat, gel û jinan ya ji dagirkerî û koletiyê ji xwe re erkeke sereke dibinîm”.
Perwîn Heleb di nava axaftina xwe de vê hişyariyê li jinan dike: “Ji bona ku em bibin xwedî vîneke azad û mafê jiyîn û nêrîndayînê, Rêber APO riya azadî û têkoşînê nîşanî me daye. Lewma pêwîste ku her jinek xwedî li ve yekê derkeve, bi rêka xwendina pirtûkên Rêbertî xwe ava bike û pêş bixe, gelek mijarên ku di nava civak û eşîran de li ser me dihatin ferz kirin, me ditepisînin û ji hebûnê dûr dikin, hene. ji ve yekê rizgar bikim, ez tevlî nava refên YPJ’ê bûm. Yekîneyên Parastina Jin em bi xwe ne, lewma pêwîste em nehêlin ku ti sepandin li ser me jinan werin pêkanîn”.
Şervana YPJ’ê di dawiya axaftina xwe de ji rêhevalên xwe re serkeftinê dixwaze û dide diyarkirin ku “Yekbûna me ya di vê riyê de wê azadiyê misoger bike”.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
17.10.2024