YPJ Li Hemberî Şaneyên DAÎŞ’ê Rêzeçalakî Li Darxistin

Di van rojên ku herêma me ya Rojava û bakur-rojhilatê Sûrî careke din bi êrîşên giran ên dagirkeriya Tirk re rû bi rû tê, şaneyên DAÎŞ’ê hewl didin li dijî gelê me êrîş û komkujiyên nû pêk bînin. Li ser vê bingehê yekîneyên me yên ewlekariya YPJ’ê bi baldarî nêz bûn û li dijî du şaneyên cuda yên DAÎŞ’ê rêze çalakî lidarxistin.
Li ser riya Şedadê-Hesekê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê çalakiyeke serde girtinê pêk hat û di encamê de 2 çete hatin girtin û mayînek hate bê bandor kirin.
Her wiha yekîneyên me li herêma Dêrazorê çalakiyek pêk anîn û di encamê de çeteyek DAÎŞ’î hate girtin û hêjmarek cebilxane hate desteser kirin.
Di encama van herdû çalakiyan de 3 çete hatin girtin û tevî mayînekê, hêjmarek cebilxane hate desteserkirin. Bi vî awayî planeke din a DAÎŞ’ê hate têk birin.
Weke YPJ ku îro em û gelê xwe bi êrîşên pir alî re rû bi rû ne, em soz didin tevahî jinan û gelê xwe ku emê weke her demê di eniyên pêş ên cengê de bin û emê ti êrîşên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPJ
28 Cotmeh 2024