Daxuyanî

Em Bi Ruhê Berxwedana Kobanê Xwe Biparêzin

 

Di salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, em hemû şehîdên berxwedaniya lehengwarî ya Kobanê bi minet û rêzdariyeke bêdawî bi bîr tînin. Emê tim girêdayî bîranîn û xeyalên wan rêhevalên xwe têkoşînê bilind bikin. Herwiha em hemû kesên piştgirî dane berxwedana Kobanê û li dijî paşverûtiya serdemê çeteyên DAÎŞ’ê li kêleka berxwedana şervanan rawestiyan, bi rêz û hurmet silav dikin.

Di sala 2014’an dema ku komek ji akademisyên demokratîk daxwaz kirin ku 1’ê Mijdarê bibe roja xwedî derketina li berxwedana Kobanê, di tevahiya cîhanê bi taybet jî gel, çîn û beşên bindest û azadîxwaz yên civakê û jinên têkoşer bi çalakiyên curbecur piştgiriya xwe ji Kobanê û berxwedaniya bêmînak ya Kobanê re raber kirin. Berxwedan ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû. Ji ber ku gelên cîhanê ferq kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê, ne tenê li dijî gelekê, li dijî mirovahiyê xeterî û metirsiyeke mezin e. Çeteyên DAÎŞ’ê dijminê maf, azadî, demokrasî, hebûn û jiyana birûmet e. Herî zêde jî DAÎŞ dijminê jin û civaka wê ye. Lewma li beramberî vê rastiyê jî jin û gelan pêdivî bi têkoşîneke xurt ya hevbeş dîtin.

Li hemû kolan û meydanên cîhanê, hemû dil û mêjî di 1’ê Mijdara 2014’an de bû yek. Ji Japonya heya Efxanîstan û Îranê, ji Latîn Emerîka heya Avusturalya, ji welatên Ewropa heya Rojhilata Navîn bi yek dengî piştgiriya berxwedana Kobanê hate kirin. Ji ber Kobanê li dijî koletî û bindestiyê azadî û rûmeta mirovahiyê parast. Jinên Kurd, şervanên azadiyê û gelê Kurd canê xwe kirin mertal û li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê di nav şert û mercên bêmêzîn de şer kirin. Wan nîşan da ku vîna mirov dema ku bi eşqa azadiyê re bibe yek, tu tişt, tu kelem û tu dijmin nikare pêşiya serketinê bigire. 1’ê Mijdarê dema ku li hemû cîhanê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” hate bilindkirin, şervanên YPJ-YPG û gerîlayên azadiya Kurdistanê jî darbeyên xedar li çeteyan xistin û wiha jî berxwedanî bû cîhanî. Di vê wateyê de 1’ê Mijdarê roja yekgirtin û hevgirtina gelan ji bo azadiyê bi awayeke herî şênber e.

Îro di 10. salvegera vê hevgirtin û yekgirtina dîrokî ya gelan de hîna zêdetir pêwîstiya jinan û gelan bi têkoşîneke hevbeş û yekîtiyê heye. Ji ber ku sîstema kapîtalîst û hêzên dagirker li dijî nirxên mirovahiyê, destkeftiyên gelan di nav êrîşê de ne. Xeteriya DAÎŞ’ê jî bi tevahî bidawî nebûye. Dewleta faşîst ya Tirk ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê tune nebin, her awayî hewldanan dike. Li herêmên ku dagir kiriye wek Efrîn, Serêkanî, Idlib û Girêsipî çeteyên DAÎŞ’ê hatine bicihkirin. Herî dawî çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên başûrê Kurdistanê bi cih kirin. Ev rewş metirsiyeke mezin e. Lewma divê ku gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi baldarî vê rewşê bişopînin, li dijî wê bibin xwedî helwest. Ji bo ku dawî li çeteyên DAÎŞ’ê were, ji bo ku em azadiya xwe bikin ewlehiyê divê ku bi ruhê Kobanê xwe biparêzin û têkoşîna xwe hevgirtî bimeşînin.

Em wek YPJ dubare didin diyarkirin ku emê ji bo parastina maf, hebûn û azadiya jinan û gelan yek kêlî jî nerawestin û emê ruhê Kobanê yê berxwedan û serketinê bi dawîkirina dagirkeriyê bigihînin lûtkeyê. Em ji gelên xwe, jinan û beşên civakî yên azadîxwaz re jî bang dikin ku têkoşînê bilindtir bikin.

Bimire dagirkerî û hovîtî!

Bijî Yekîtî û hevgirtina Gelan!

Bijî têkoşîna hevbeş ya jinan!

Jin, Jiyan, Azadî!

Bijî Rêber Apo!

                             Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

                             31.10.2024

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu