Ji Bo Gelê Îspanya û Bi Taybet Malbatên Kesên Di Lehiyê De Jiyana Xwe Ji Dest Dane Re:
Em, ji gelê Îspanya û malbatên 217 kesên ku di felaketa lehiya roja sêşeme li Valenciyê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û didin diyarkirin ku em êşa we ji kûr ve parve dikin.
Felaketa ku hûn pê re rûbirû bûn, ne felaketeke xwezayî ye. Encama pergala kapîtalîst e ku mêzîna xwezayê ji bo berjewendiyên xwe bi awayeke bêperwa bikar tîne û xirab dike. Di rewşên wiha de berpirsyariya hukûmetan ewe ku tedbîrên hewce ji bo gel bigirin, piştî felaketan pêwîstiyên gel pêşwazî bikin û di rewşên lezgîn de mudaxele bikin. Mixabin hukûmeta Îspanyayê li beramberî felaketa ku gelê Valencia pê re rûbirû maye, berpirsyariyên xwe pêk neaniye.
Em wek Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li beramberî encamên vê felakete xemgîniya xwe diyar dikin û bi berpirsyarî nêzîk gelê Îspanyayê bi taybet jî gelê Valencia dibin û didin diyarkirin ku em hazirin ji gelê ku mexdûr bûye re di her warî de jî bibin alîkar.
Fermandariya Giştî ya YPJ
04.11.2024