Nûçe
Operasyona Ewlehiya Domdar Ya Li Kampa Holê Di Roja Duyemîn de Didome

Operasyona ewlehiya domdar ya ku 6’ê mehê li bajarê Holê û gundewarên wê yên aliyê bakur û başûr hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de didome. Di van du rojan de gelek çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê şervanên YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin û amûrên leşkerî hatine desteserkirin. Dema ku çeteyekî hewl da ku êrîşê li ser şervanan bike, yekser mûdaxele lê hate kirin û ev çete hate bêbandorkirin.
Hêzên ku beşdarî operasyonê bûne dan diyar kirin ku hetanî ewlehiya herêmê nekeve bin kontrolê, dê operasyonên wan bidomin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
07.11.2024