Di Roja Sêyemîn Ya Operasyona Ewlehiya Domdar De Tûnelek Hate Dîtin

Sêyemîn roja operasyona ewlehiya domdar, bi lêgerîna li nav Holê û li kampa Holê bi berfirehî dewam dike.
Ji danê siharê ve lêgerîna li tax û kolanên Holê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD destpêkir. Di lêgerîna li kampa Holê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin, li ser peydakirina hin alavên kolandinê, lêgerîn hate kûrkirin û di encamê de tûnelek hate dîtin. Li gor lêgerîna li tûnelê eşkere bû ku ev tûnel nû hatiye destpêkirin û heya 2 metreyan hatiye kûrkirin.
Li kêleka lêgerîna li nav bajarê Holê, li kampa Holê jî qeydkirina sicîlan û lêgerîna nav kampê berdewam dike.
Navenda Ragihandina YPJ
08.11.2024