Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî re

 

Rêhevalên me Amara, Berçem, Dilpak û Hesret di sala 2016’an de tevlî karwanên nemiran bûn.

Hevrêyên me Amara, Berçem, Dilpak û Hesret ku bi evîneke mezin di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin, di pêngavên rizgarkirina axa welat de gihîştin şehadetê. Em bi hezkirin û rêzdarî wan bi bîr tînin. Ji malbatên wan yên welatparêz, gelê xwe û rêhevalên wan re sersaxiyê dixwazin. Emê tim layîqê bîranîn şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bilind bikin.

Têkoşîna me bi berdelên pir giranbuha destkeftiyên mezin bidest xistiye. Her nirxeke şoreşa me bi van berdelên pîroz hatine afirandin. Di her serkeftinekê de para lehengên weke Amara, Berçem, Dilpak û Hesret heye. Em hertim deyndarên şehîdên xwe ne û emê li ser xeta wan, ji bo serxistina zaferê di lûtkeyê de têbikoşin.

Çar şervanên me yên leheng Amara, Berçem, Dilpak û Hesret jî bi fedakirina canê xwe bûn stêrkên geş ên têkoşîna me. Ewê di dîroka têkoşîna jinê û azadiya gelan de navên mayînde bin.

Rêhevala me Devlethan Erol bi nasnav Amara Roj di nava malbateke welatparêz ya Colemêrgê ji dayik dibe. Ew bi çand û exlaqa welatparêzî, hestên xurt yên azadiyê mezin dibe. Dema ku şerê li Rojavayê welat dijwar bû, wê jî bi berpirsyariyeke mezin berê xwe da şoreşê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Dema çeteyên DAIŞ’ê Şengalê kir, Amara ji bo gel û jinên Êzidî ji komkujiyê rizgarkir bike di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Amara Roj di şerê li Hesekê û Cezaayê de jî bi şeklekî çalak li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û parastina axa welatê xwe kir. Di 21’ê Hezîrana sala 2016’an di pevçûneke giran de şehîd bû û di nav karwanên nemiran de cih girt.

Amara Roj bi rûgeşî û wêrekbûna xwe li her cihê ku lê dima, hate hezkirin. Amara  xwedî sekneke birdozî bû û xwe dispart menewiyata tekoşîna azadiya gelan. Îdeolojiya azadiya jinê jî ji bo wê esasa jiyanê bû. Lewma xwedî sekneke bi îdea, bawermend û dilgeş bû. Heya kêliya bigihîje şehadetê jî ji vê taybetmendiyên xwe yên xweşik tucar dest berneda û bi vê sekna xwe jî di bîra hemû rêhevalên xwe de ciheke mayînde girt.

Şervana me Cemîle Çinar bi nasnav Berçem Amed, ji bajarê dilê Kurdistanê li Amedê jidayîk bûye. Rêheval Berçem Amed bi serpêhatiyên berxwedaniyê re mezin dibe. Di zarokatiya xwe de  şahidiya têkoşîna dijwar ya ji bo azadiyê dihate meşandin, dike. Ev yek li ser wê gelek bandor dike û dîroka axa xwe ya tejî êş bi hestên tolhildanê re distire. Wiha jî dîrok û kêliya ku dihate jiyîn di fikir û hestên xwe de kire yek û ji bo pêşerojên azad di sala 2015’an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Di temenê xwe yê kin ya di nav refên Şoreşê de, bû sembola şervantiya rast û rêhevaltiya jidil. Hevrê Berçem di 24’ê Sibata sala 2016’an de di pêngava rizgarkirina bendava Tişrînê de tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêya me Esra Alîm bi nasnav Dilpak Cûdî, di nava malbateke welatparêz de hate cîhanê. Malbata wê ji ber şert û mercên şer û zetxên dijmin koçber bajarê Tirkiyê Antalyayê bûne. Ruxmî ku malbata hevrê Dilpak ji welat dûr ketibûn jî lê çand, kevneşopî û hezkirina welatê xwe neterikandibûn. Malbatê keça xwe jî bi vê zanebûnê mezin kirin. Dilpak Cûdî ji zarokatiya xwe ve fikrên şoreşgerî û tekoşîna azadiyê nas dike, li ser vê bingehê jî tim xeyal dike ew jî bibe şoreşger û ji bo serxwebûna gelê xwe tekoşîn bike. Hevrê Dilpak ji bo xeyalên xwe bike rastî, bi biryardariyeke mezin di sala 2015’an de tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Rûxmî  demeke kin  di nava refên azadiyê de tekoşîn kir jî lê bi dîsîplîn, baldarî û şerkeriya xwe di eniyên herî  pêş de cih girt. Rêhevala me Dilpak di 4’ê Hezîrana sala 2016’an de li Til Temir şehîd bû.

Hevrêya me Dilşah Meral bi nasnav Hesret Gabar ji Sêrtê ye û di malbateke welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata wê koçer in. Ev jî dibe wesîle ku heval Hesret ji zarokatiya xwe de çiya û deştên welatê xwe bigere û bibîne. Jiyana koçertiyê ji xirabî û qirêjiya pergala şaristaniyê heya astekê xwe parastiye û nirxên civaka exlaqî dijî. Jiyana koçertiyê dihêle ku hevrê Hesret  di her kêliya jiyanê de bibe xwedî mêze kirineke bi wate û piralî. Herwiha fêr dibe ku çawa li beramberî hemû zehmetiyan qahîm bisekine, bi rik û israr di serkeftinê esas bigre.

Hevrê Hesret ji tevlîbûna xal û birayê xwe  bandor dibe, di heman demê de êrîş û polîtîkayên dijmin yên li ser welat re êdî nikare bêdeng bimîne. Li ser vê bingehê jî di sala 2010’an de tevlî nava refên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. Rêheval Hesret Gabar şervaneke xwezayî û dilpak bû. Bi jêhatîbûn û zanebûna xwe ya pratîkî di her karî de serketin armanc dikir. Wê salên xwe yê têkoşînê kêlî bi kêlî bi kedê neqişand û wek rêhevaleke kedkar û fedakar di dîroka me de cihê xwe girt. Êrîşên li dijî şoreşa Rojava ji bo wê jî bû sedema cengeke mezin. Lewma di refên berxwedanê di eniyên herî pêş de cihê xwe girt. Herî dawî di 11’ê Gulana sala 2016’an de li Serêkaniyê dema li ser erka xwe bû, gihîşt asta şehadetê.

Emê bîranînên rêheval Amara, Berçem, Dilpak û Hesret bi misogerkirina şoreşa azadiya jinê re tim jîndar bikin û emê heta dagirkeriyê li ser axa welat xilas bikin, tekoşîna xwe bidomînin.  Li ser vê bingehê em dubare rêzdarî û hurmeta xwe ji bo şehîdên şoreşa azadiyê diyar dikin.

 

 

Nasnameya Hevrêyên Me Wiha ye:

Nasnav: Amara Roj

Nav û Paşnav: Devlethan Erol

Navê Dayîk: Letîfe

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic  / 21.06.2016

 

Nasnav: Berçem Amed

Nav û Paşnav: Cemîle Çinar

Navê Dayîk: Melîhe

Navê Bav: Cemîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn / 24.02.2016

 

Nasnav: Dilpak Cûdî

Nav û Paşnav: Esra Alîm

Navê Dayîk: Rukiye

Navê Bav: Abdulkadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir/ 04.06.2016

 

Nasnav: Hesret Gabar

Nav û Paşnav: Dilşah Meral

Navê Dayîk: Kumriye

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 11.05.2016

 

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

11.11.2024

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button