Daxuyaniya Bidawîkirina Operasyona “Ewlehiya Domdar”
Di heyama heft rojan de, hêzên hevbeş di odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” de ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê pêk tê, Operasyonên mezin ji lêgerîn û kontrolkirina li herêmên başûr û bakurê bajarê Holê û kampa wê pêk anîn. Her wiha tevî operasyonên ewlehiyê, veşartgehên terorîstên DAIŞ’ê li herêmên navborî hedef girtin.
Operasyon li ser du baskên sereke bi rêve çû. Di nava du rojên destpêkê de, lêgerîn li zêdetirî 200 gund li gundewarên başûr û bakurê Holê pêk hatin. 70 km ji sînorê Iraq û Sûriyê û deverên wê yên çolistanî girte nava xwe.
operesyonên lêgerînê yên bajar û kampa Holê, bi beşdariya pênc hezar şervanên ji hêzên hevbeş, bi piştgirî û alîkariya hêzên koalîsyona navnetewî, pêk hatin.
Her wiha ji bilî xebatên lêgerîna bingehîn, hêzên operasyonê li bajarê Holê, Til Hemîs, gundewarê Til Koçer û rojhilatê bajarê Hesekê, bi ser zêdetirî 60 cih û veşartgehên şaneyên rêxistina terorê girtin.
Hêzên Ewlehiya Domdar ji destpêka operasyonê ve ji bo dabînkirina serkeftina operasyonê û pêkanîna armancên plankirî zelal û pabend bûn. Bi taybetî têkbirina veşartgehên terorê û zûhakirina jîngeha guncav a terorê, ji bo bidestxistina asta bilind a ewlehiyê li herêmê, ev yek jî ku bi awayekî erênî li ser jiyana welatiyan û karên wan vedigere. Ji bo bidestxistina vê yekê jî pêwîstî bi gelek hewl û fedekariyên hêzên operasyonê heye, ku amadebûna xwe ji bo berdewamkirina vê yekê ji destpêkê de bê dudilî, piştrast kir.
Dema ku operasyonên lêgerînê derbasî kampa Holê bûn û 5 rojan dewam kir encamên erênî yên operasyonên ewlehî û mirovî yên berê, xebatên hêzên ewlekariyê û rêveberiya kampê baş diyar bûn.
Lê belê ev yek ne di berjewendiya rêxistina terorîst a DAIŞê de bû. Ji ber vê yekê hewlên xwe ji bo ji nû ve birêxistinkirina xwe di nava kampê û derveyî wê de domandin. Di heman demê de hewl dide ku êrîşan plan bike. Her wiha ji nû ve rêxistina bi navê “Hisba Jinan” û “Eşbal El-Xîlafe” birêxistin bike. Lê ji ber operasyonên ewlehiyê yên berdewam ên hêzên me ev hewldan têk çûn.
Ji ber giringiya kampa Holê, ku nêzî 40 hezar kes ji rêxistina DAIŞ û koçberên din dihewîne, ev operasyon ji bo dabînkirina ewlehiyê, parastina jiyana nişteciyan, rêgirtina li ber gihandina DAIŞê û serkeftina têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina terorê, diviyabû bihata dest pê kirin. Li ser vê bingehê kamp bi tevahî hat paqijkirin û bi taybet beşa “Muhacîratan” ku hîna jî ji bo avakirina rêxistina xwe di nava kampê de xwe dispêre hovîtî û tundrewiyê. Di encama operasyonê de asta hovîtî û tundrewiya malbatên DAIŞ diyar bû. Nexasim ku jinek îşkence kiribûn, kuştibûn û laşê wê veşartibûn. Hêzên me bi rêya mukurhatinên jinek ku beşdarî îşkenceyê bûbû, ev buyer keşif kir.
Li kêleka oparesyonên lêgerînê, hêzên operasyonê amar û tomarên niştecihan kontrol kirin û binpêkirinên derbarê pêşkêşkirina nav û nasnameyên sexte rakirin.
Weke bîlançoya encama operasyonên ewlehî û leşkerî de li gundewarên bakur û başûrê bajarê Holê û kampa wê,
-hêzên operasiyona “Ewlehiya Domdar” 79 çeteyên ji şaneyên rêxistina terorîst girtin.
-Jimareke mezin ji çekan, di nav wan de bombe û mayîn destser kirin.
-lêpirsîn bi 17 jinên ku destê wan di îşkencekirinê û alîkariya şaneyên terrorist de hebûn, hat kirin.
-gelek alavên elektronîk ên ku peywendiya di navbera şaneyên rêxistinê de û hevkarên wê yên di nava kampê de hêsan dike, li gel sembol û alên DAIŞê desteser kirin.
Di encama êrîşên dagirkeriya Tirk ên beriya operasyonê de û di dema operasyonê de gelek caran ev operasyon hat paşde xistin. Lewra diyar bû ku ev êrîş eşkere bi armanca astengkirina operasyonê ji bo armancên taybet ên dagirkeriya Tirk pêk hatin.
Hêzên operasyonê ku di operesyonên lêgerîn û şopandinê de pisporî û berpirsyariya xwe ya bilind nîşan dan, li ser hevkarî û rêzgirtinê sapsiya gelê herêmê dikin her wekî biryardariya xwe ya hertimî ji bo parastina wan û dabînkirina aramiyê tekez dikin.
Her wiha wê bi awayek xurt li hemberî hemû hewldanên têkbirina ewlehiyê ji hêla DAIŞ û sûcdarên din bersiva pêwîst bide. Hêzên operasyonê spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin ku di hemû qonaxên operasyonê de piştgirî dan.
Em bang li civaka navdewletî dikin ku berpirsyariya xwe li hember şêniyên kampa Holê bi cih bînin û piştgiriya pêwîst ji hêzên ewlekarî, saziyên xizmetguzarî û rêvebirinê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin, da ku hemû pêdiviyan dûrî berjewendiyên siyasî û şêwazên kevneşopî yên danûstandina bi koçber û derbiderên herêmê re peyda bikin.
Odeya Operasyonên “Ewlehiya Domdar”.
12.11.2024