Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî re

Rêheval û fermandara me ya hêja Hêvî Umud di encama êrîşa hewayî ya dewleta faşîst û qirker ya Tirk de tevlî karwanên şehîdan bû. Em ji malbata birûmet û welatparêz ya rêhevala xwe re, ji gelê xwe û rêhevalên xwe re sersaxî dixwazin. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi azweriyeke mezin destpêkiriye, dê li ser şopa fermandar Hêvî û hemû rêhevalên şehîd teqez bigihîje serketinê.

Dewleta dagirker û qirker ya Tirk ku ji her milî ve binketin û tirsa hilweşîna rejîma xwe ya faşîst jiyan dike, bi şêwazên şoven û hov ku ti pêywendiya xwe bi şer re nîne, êrîşê gel, pêşeng û şervanên me yên azadiyê dike. Dewleta faşîst ya Erdoxan-Bahçelî ku bûne celat û rolê hespê troya li Rojhilata Navîn dilîzin, ji ber binketina faşîzma xwe kontrola xwe jî winda kirine. Bi êrîş, qirkirin û kuştinan re dixwazin hebûna xwe bi qirkirina gelên Kurd, Asur, Ermenî, Ereb û Êzdiyan ava kirine, bi heman rêbazî jî biparêzin. Her êrîşa ku dikin jî vê rastiya wan ya dîrokî radixîne ber çavan.

Têkoşîna Gelê Kurd û pêkhateyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya demokrasî û aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê, planên faşîzma Erdoxan û Bahçelî yên dagirkeriya Tûranî hilweşandiye. Ji ber wê jî ji gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û pêşengên wan tolê distînin.

Weke Yekîneyên Parastina Jin, ji pêvajoya avabûna xwe heya niha em bi hemû hêza xwe li hemberî van êrîşan sekinîne. Emê ji vir û şûn ve jî weke mertalên ji pola bisekinin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê me di oxira jiyana azad û parastina gelên herêmê de bi hezaran şehîd dane. Ev fedakarî tenê ji bona parastina gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê nîne. Ev bedêl ji bo Rojhilata Navîn, cîhan û mirovahiyê tê dayîn. Yêkîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêşengtiya vê meşa dîrokî li Sûriyê û Rojhilata Navîn dike. YPJ bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê, rastiya fedakariya şervanên serdema azadiyê nîşanê hemû mirovahiyê da. Di vê meşa dîrokî de ji bo azadî, rûmet û nirxên mirovbûnê gelên me û malbatên me yên welatparêz pir berdêlên giranbuha dan û didin. Yek ji van malbatan jî malbata fermandar û pêşenga têkoşîna azadiyê, Hêvî Umud e.  Wan zarokên xwe bi ked û nirxên pîroz yên welatparêzî mezin kirin û di dil û rihê wan de vîna bilind ya heskirina welat û eşqa azadiyê çandin.

Fermandara me Sediye Ehmed bi nasnav Hêvî Umud di sala 1980’an de li bajarê Qamîşlo ji dayîk bû. Piştî komploya navnetewî ya li beramberî Rêber Apo, pêleke mezin ciwanên Kurd li her çar beşên Kurdistan û cîhanê li dijî vê komployê, berê xwe dane nava refên azadiyê. Fermandar Hêvî jî yêk ji wan jinên Kurd bû ku plangeriya li ser Rêber Apo qebûl nekir û bi armanca ku ji hemû dijminahiya li dijî Kurdan serî rake, berê xwe da nava refên gerîla.

Fermadar Hêvî, ne tenê di mijara şer û gerîlatiyê de xwe pêş xist, di xeta Apoyî û têkoşîna azadiya jinê de jî xwe ava kir. Fermandar Hêvî Umud li çiyayên azad dest bi meşa azadiyê kir û piştî salên dirêj ku li çiyayên azadiyê têkoşîneke bênavber meşand, ji warên azad berê xwe da şoreşa Rojavayê Kurdistan ê. Hevrêya me Hêvî, xwe tenê ji gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê berpirsyar nedît, herwiha wê xwe ji hemû gelên bindest, çîna bindest û nasnameyên bindest xwe berpirsyar didît û xwest ji pirsgirêkên wan re bibe bersiv.

Fermandara me Hêvî Umud di 10’ê Mijdarê de ji bona di merasîma salvegera rizgarkirina bajarê Şengalê de beşdar bibe, berê xwe da Şengal ê. Dema ku rêhevala me li Şengalê bû, ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi awayeke hovane hate hedefgirtin û gihîşt asta şehadetê.

Rêheval Hêvî di 23 salên têkoşîna xwe de bi felsefeya Apoyî jiyaneke watedar û tejî têkoşîn jiya. Ji bona jiyana azad û bi rûmet meşa xwe bi awayeke zelal raber kir. Hîna di temenê xwe yê ciwantiyê de azadiya sexte ku pergala kapîtalîst pêşkêşê wê dikir red kir. Lêgera azadiya jinê yek ji sedema bingehîn ya têkoşîna wê bû. Bi kedeke mezin xwe pêşxist û bi bawerî û azweriyeke bêhempa gavên mezin avêt.

Li Qadên Parstina Medyayê salên dirêj têkoşîn kir û di têkoşîna xwe de mohra xwe li pir kar û xebatên girîng xist. Dema ku ji hêla çeteyên Tirk DAÎŞ’ê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîşên hovane çêbûn, li ser bingeha parastina civakê derbasê Rojava bû. Di nava refên YPJ’ê de erka xwe ya dîrokî li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê pêk anî. Di her kêliya jiyan û têkoşîna xwe de ji bona parastina gelê Kurd û gelên bindest timî şêwazê têkoşînê yê herî bi bandor hilbijart.

Fermandar Hêvî fêmkirin û hîskirina Rêber Apo ji bona xwe weke yek ji erkên bingehîn didît. Di doza azadiyê de pêngavên ji xwe bawer, ew ber bi meşa serkeftî ve bir.

Li her qada ku lê tekoşîn kir bi dirustbûn, dilpakî û bi sekna xwe ya fedakar di dilê her rêheval û gelê xwe de, karî ku heskirin û girêdanek mezin ava bike. Di her şert û mercî de jiyana rast, felsefeya jiyana Rêber Apo esas girt û bû yek ji parêzvana herî bi hêz ya vê heqîqetê. Di têkoşîna xwe ya azadiyê de timî sekna milîtantiya fedayî esas girt. Li her cihê ku lê ma, şopek ji dilê xwe yê pak û hevaltiya xwe ya sade hişt. Li ser şopa heqîqetê, fermandar Hêvî bi xwezayê re jî yêkbûneke efsunî da avakarin.

Rêhevala me Hêvî, ji bo azadiya gelan hemû kêliyên jiyana xwe bi têkoşîn, fedakarî û baweriyeke bêdawî dagirt.

Bi kesayeta xwe ya fedayî û tejî kelecan, bi tevlîbûneke bêdudil, bêyî hesab raber kir. Sadebûn, dûristî û xwezayîbûn beşeke bingehîna ya nasnameya wê ya jinê bû. Rastiya têkoşîna însana azad, jina şerker û fermandartiya rast ji bo mirovahî û jinan weke mîraseke mayînde bi cih hişt.

Em careke din ji bo malbata hevrêya xwe ya hêja fermandar Hêvî Umud, ji tevahî gelên xwe yên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê têkoşîn dikin û serî natewînin, sersaxiyê dixwazin.

Her bihusteke axa pîroz dê bi berdêl û fedayîtiya hevrêyên weke fermandar Hêvî Umud, ji dagirkerî û metîngeriyê were paqijkirin. Emê herdem xwedî li keda hevrêyên xwe yên şehîd derbikevin û ala ku wan dewrê me kiriye, emê li asîmanê welat tim bilind bikin. Bila dost û dijmin bizanibe; wê tu carî azwerî û îradeya me bi van êrîşan neyê şikandin, berovajî wê emê tola fermandara Hêvî Umud û tevahî şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Nasnameya Hevrêya Me Wiha ye:

Nav û Paşnav: Sediye Ehmed

Nasnav: Hêvî Umud

Navê Dayik: Safiye

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal / 10.11.2024

                                                                        Fermandariya Giştî ya YPJ

                                                                         24.11.2024

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button