Ji Fermandarên YPJ’ê Bêrîtan Qamîşlo: Emê Jinên Dêrezorê Jî Biparêzin
Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Qamîşlo di derbarê rûdan û pêşketinên li Sûriyê bi taybet jî pêşketinên li Dêrezorê nêrînên xwe parve kir.
Bêrîtan Qamîşlo diyar kir: “Sûriyê yek ji qadên ku gelek lîstok li ser têne dimeşin. Şerên di navbera hêzên çekdar bi rejîma Suriyê re, destwerdana hêzên biyanî û Tirkiyê di nav Sûriyê de krîzên giran da jiyandin. Bajarê Helebê di demeke kurt de hate girtin. Hêzên Çete bi alîkariya Tirkiyê li Sûriyê tev digerin û bi lez gelek navçe û bajar xistin destên xwe. Di van kêliyan de ber bi Humsê ve diçin. Pevçûn ji hêla hêzên derve tê meşandin. Niha li Sûriyê Îran, Rûsya û Tirkiye destên wan di nav vê rewşê de heye. Ne ku hêzên çete zora rejîmê birin, mûdaxele ji derve çêbûye.”
Fermandara YPJ Bêrîtan Qamîşlo di derbarê girîngiya erka hêzên ewlekariyê jî da zanîn ku “Erka me ewe ku em gelê xwe biparêzin. Gelên Sûriyê êş, koçberî û zoriyên zêde jiyan kir. Em naxwazin gelê me careke din vê bijî. Em wek QSD, YPJ û YPG dixwazin gelê xwe biparêzin ji bo ku gelê me di tu qadê de nekeve jêr desthilatdariya hêzên din. Ev çi desthilatdariya hêzên derve be, çi jî yên ku di bin navê ol de xwe binav dikin.”
Fermandara YPJ’ê Bêrîtan Qamîlşo diyar kir ku “Çeteyan dehf didin ku li Sûriyê pevçûnan pêk bînin. Li beramberî vê emê gelê xwe li her derê biparêzin. Em li tevahiya Sûriyê dixwazin gelê xwe biparêzin. Îro li bakur-rojhilatê Sûriyê jî pêwîstî heye em parastinê bikin û nehêlin ku bikeve destên desthilatdaran. Wek hemû hêza xwe seferber kiriye ku em parastina gel bikin.”
Girêdayî rewşa li Dêrezorê Bêrîtan Qamîşlo got: “Li Dêrezorê ji ber şerên demên borî pir cih wêran bûne. Em naxwazin careke din dest dirêjî vê civakê, rûmet û çanda civakê bibe. Me wek hêza YPJ, QSD, Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê li van deran erka parastinê daye ser milên xwe. Gel bixwe daxwaz kir ku ji vê rewşa metirsîdar were xilaskirin. Me li gor bangewazî û daxwaziya gel xwe gihande herêmên Dêrezorê ku em berê tê de nebûn û xeteriya çeteyan li ser hebû. Em li bermaberî her cure êrîşan amade ne.”
Fermandara YPJ Bêrîtan Qamîşlo herî dawî diyar kir ku “Wek YPJ ji bo ku jin û dayîkên di nav civakê de li Dêrezorê rastê destdirêjiyan neyên, em wan biparêzin. Hemû hewldana me ji bo vê yekê ye.”
Navenda Ragihandina YPJ
07.12.2024