Nûçe

Şandeyek Parlementerên Katalonî Serdana YPJ’ê Kirin

 

Şandeyek parlementerên Katalonî ji bo piştevaniya berxwedaniya gelê Rojava serdana xwe ya li herêmê didomînin. Di vê çarçoveyê de şandeya Parlementerên Katalonî li Biryargeha Navenda Parastina Jin serdana YPJ’ê kirin.

Parlamenterê Katalonya Robin Wagnsberg, parlamenter û seroka Partiya Yekîtiya Gel Carles Albert; bi Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed, Endamên Konseya Leşkerî yên YPJ’ê Avînar Dêrik û Destîna Heleb re li ser gêşedanên dawî nirxandin.

Di rûniştina şandeya Katalon û Fermandarên YPJ’ê de, bi taybet metirsiyên li ser Şoreşa Jin a Rojava hate nîqaş kirin. Li gel vê bi hilweşandina desthilata rejîma Baas re, hêzên cîhadîst ên ku berê xwe dan herêmê serweriya xwe hîn zêdetir dikin, wê di pêşeroja avakirina pergala rêvebirina Sûrî  de bandorek çawa bikin, hatin nirxandin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedaniya ku tê raberkirin weke demeke dîrokî û diyar kirina çarenûsa gelê herêmê nirxand û wiha dewamkir; “Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzayn kirin,  ji ber wê jî gelek destwerdan bi taybet li ser Sûrî jî hene. Hêzên paramîlîter û komên çete di dizayn kirina herêmê de tên bikaranîn. Ev jî di warê ewlehiya herêmê, pêşeroja civak û jinan de xeteriyên gelek mezin ava dike. Weke YPJ armanc û erka me ewe ku em jinan û civakan ji van xeteriyan biparêzin. Êrîşên ku li ser jinan tên kirin tê wateya tunekirina civakê. Mînak di kabîneya hukûmeta Şamê ya nû tê avakirin de, cihê jinan nîne. Bi taybetî jî bi êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Bakûr-Rojhilatê Sûrî re ji nûve zindîbûna DAIŞ’ê jî dikeve rojevê. Ji ber ku şaneyên DAIŞ’ê di demên wiha de derfetê xwe rêxistin kirinê dibînin. Ev yek jî ji bo tevahî cîhanê xeteriyeke nû ava dike.”

Parlementer û serokê yekîtiya gel Carles Albert da diyar kirin ku weke gelê Katalon ew piştgirî didin doza mafdar a gelê Rojava. Albert balkişande ser metirsiya li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û wiha got: “Pêwîste raya giştî li hemberî êrîşên dagirkeriya li ser Rojava baldar bin û rabin ser piyan. Pergala Rêveberiya Xweser ji bo gelê Kurd, Ereb û tevahî herêma Rojhilata Navîn projeyeke girînge. Ev pergal di heman demê de ji bo tevahî cîhanê jî hewce ye.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser navê tevahî hêza YPJ û bi taybet jî şervanên ku di eniyên berxwedanê li dijî êrîşên komên cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker şer dikin, spasiya gelê Katalon kir û da diyarkirin ku di pêvajoyeke wiha xeter û girîng de, dilsoziya jin û gelên Katalonya ji bo berxwedana Rojava û piştgiriya wan cihê şanaziyê ye.

Navenda Ragihandina YPJ’ê

18.12.2024

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button