Em êrîşa xedar a dagirkeriya Tirk li ser rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi tundî şermezar dikin û soza xwe ya şopandina rêya heqîqetê nû dikin. Em di şexsê rojnamevan Nazim û Cîhan de tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin û bejna xwe li ber qehremaniya wan a vê serdema dîrokî ditewînin.
Hêzên ku ji rastî û heqîqetê ditirsin, hêzên ku kiryarên wan yên qirker hene û naxwazin ev rastî werin dîtin, nûçegihanan herdem bi awayekî plankirî hedef digirin. Nûçegîhana Ajansa Hawarê Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan dema ku êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî bendava Tişrînê û Qereqozaxê bi belge dikirin û berxwedaniya dîrokî ya şervanan radigihandin, hatin hedefgirtin û tevlî karwanên nemiran bûn.
Dewleta Tirk ji 27’ê Mijdarê heta roja îro bê navber êrîşî bakur-rojhilatê Sûrî dike. Bi taybet jî ji 8’ê Kanûnê ve li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaniyeke dîrokî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên YPJ’ê tê raberkirin. Çapemeniya dewleta Tirk ya ku para xwe ji pîvanên exlakî yên rojanmevantî û weşangeriyê negirtiyê, di bin rêveberina Dayîreya Şerê Taybet de êrîşên dagirkeriyê weke ku mafdar e, ji raya giştî re radigihînin. Kuştin, tecawûz, talan û îşkenceya ku li Sûriyê pêk tê, vedişêrin û hewl didin ku wiha raya giştî ya cîhanê bixapînin. Hewl didin îmaja çeteyên hov yên ser bi dewleta Tirk bidin guhertin. Dewleta Tirk ji bo rûyê xwe rast eşkere nebe, rojnamevanên ku dengê rastiyê digihînin civakê dike armanc. Lê çanda domdar ya çapemeniya azad tucar rê nade ku rastî di tarîtî û bêdengiyê de bimîne. Li beramberî vê dezenformasyona qirêj, rojnamevanên weke Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dibin dengê rastiya gelê xwe. Di şeran de armanckirina rojanmevanan li gorî mafên navnetewî û pîvanên şer suc e. Divê ku li gor qanûnên navnetewî ku mafên rojnamevanan hatiye misogerkirin, dewleta Tirk ya faşîst were darizandin û were mehkûmkirin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku bi erka xwe rabin.
Cîhan û Nazim pîşeya xwe ya rojnamevaniyê ji bakurê Kurdistanê destpêkirin, li wir zordestî, tundî û komkujiyên hovane yên dewleta Tirk, bi wêne û dîmenan ji cîhanê re ragihandin. Ji ber ku herdem li pey rastiyê bûn, hatin darizandin. Lê Cîhan û Nazim ji van êrîşan qet netirsiyan, ji gele xwe re ragihandina rastiyan ne wek karekê, wek erkeke mirovî û welatperwerî girtin dest. Ji bo ku rastiya şoreşa Rojava bi hemû aliyên wê ve ji cîhanê re vebêjin, berê xwe dane bakur-rojhilatê Sûriyê. Di nava Şoreşê de hem di eniyên şer de, di derbarê qehremaniya şervanan, hem jî di nava pergala Rêveberiya Xweser de rêxistinbûna civakê, bi nûçeyên xwe bi cîhanê re parve kirin.
Kedkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan gelek caran li eniyên berxwedanê, li kêleka şervanan cihê xwe girtin. Çawa ku şervanên YPJ, YPG û QSD bi dilekî wêrek û qehremanî şer dikin û rê nadin dagirkeran, rojnamevan Cîhan û Nazim jî bi heman ruhê wêrek di eniyên berxwedanê de, bûne dengê şervanan azadiyê. Şerkirin ji bo heqîqet û azadiyê çiqas girîng be, ragihandina rastiyan jî xwedî heman girîngiyê ye. Li ser vê bingehê jî Cîhan û Nazim herdem bûn dengê rastiya civaka xwe û şervanên dilsoz yên gelê berxwedêr. Sekna Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo tevahî xebatkar û kedkarên çapemeniya azad mînaka herî şênber û ber bi çav e.
Em wek Navenda Ragihandina YPJ’ê şehîd Cîhan û Nazim bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di serî de ji malbatên wan yên hêja, ji tevahî kedakarên çapemeniya azad û ji gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Emê jî weke Navenda Ragihandina YPJ’ê li ser şopa xeta Dilovan Gever heta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tekoşîna xwe ya bûyîna deng û rengê heqîqetê bi biryardariyeke bilind bidomînin. Wê kamera û pênûsên me herdem rastiyê bilêv bikin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
21.12.2024










