Ji Gelê me û Raya Giştî re

8

Şervana me Avaşîn Rûstem Cûdî di berxwedana dîrokî ya bendava Tişrînê de, dema ku li dijî çeteyan têkoşîn dikir, di encama êrîşa balafirên bêmirov û bi çek ya dewleta Tirk ya dagirker hate hedefgirtin û gihîşt asta şehadetê.

Şervana YPJ’ê Iruba El Keno bi nasnav Avaşîn Rûstem Cûdî li bajarê lehengan Qamîşlo hate cîhanê. Di nav çanda berxwedaniya Şoreşa Rojava de yekemîn waneyên jiyanê fêr bû û xwe jî bi vê zanebûn û têgihiştinê ava kir. Ew di zarokînî û ciwaniya xwe de haydar bû ku welatê me û gelên me bi êrîşên giran re rûbirû ne û di esas de dijminê vê şoreşê tim hewl didin ku şoreşê têk bibin û wiha jî yekane alternatîfa gelan ya li Rojhilata Navîn bi tevahî ji holê rakin. Lewma jî hercure tundî û bêmafî pêk tînin. Li beramberî vê Avaşîn Rûstem wek ciwanek ku bi exlaq û çandeke xurt ya civakî mezin bibû, erka parastina welat ferq kir û dema ku dewleta dagirker ya Tirk êrîşê Efrînê kir, wê jî biryara tevlîbûna xwe ya di nav refên parastinê de da. Li ser vê bingehê tevlîbûnê wê ji bo her cure dagirkeriyê bersiv bû. Wek jineke Ereb, êşa jinên Ereb li cihên ku çeteyan dagirkir kiribûn, ji kûr ve hîs dikir û tim xwest ku ji wan re bibe pêşenga têkoşînê.

Avaşîn Rûstem bi perwerdeyên birdozî û leşkerî ku dît, feraseta netewa demokratîk û yekgirtina gelan pir xurt têgihişt û wiha jî bi baweriyeke mezin bi çarenûsa hevbeş ya gelên Sûriyê, xwe ji her erkê re amade kir.

Dema ku dewleta dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wî, li dijî bakur-rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî li bermaberî projeya netewa demokratîk ya gelan ji 28’ê mijdarê êrîş dane destpêkirin, ew wek şervaneke YPJ ya Ereb bi dilxwazî derbasê eniyên berxwedanê bû. Bi tecrûbeyên ku wergirtibû, di eniya berxwedana Tişrînê de roleke aktîf leyîst. Hewl da ku çalakiyên sekvaniyê yên bi bandor pêk bîne û wiha jî darbeyên giran li çeteyan xist. Ew di jiyanê de pir mutewazî, di heman astê de jî zana û têgihiştî bû. Lewma jî bi têghiştina pêvajoyê û metirsiyên li ser gelan tevlî çalakiyan bû.

Şervanên azadiyê li eniya berxwedana bendava Tişrînê, darbeyên giran li çeteyan dixin û çete hejmareke zêde wendahî didin, dewleta Tirkiyê jî ji bo ku pêşî li şkestina çeteyan bigire, bi balafirên bêmirov û bi çek êrîşê şervanan dike. Di 19’ê Kanûnê şervana me Avaşîn Rûstem ji hêla balafirên bêmirov û bi çek ya dewleta qirker ya Tirk rastê êrîşê hat û gihîşt şehadetê.

Rêhevala me Avaşîn Rûstem bû yek ji lehengên vê berxwedanê û dê navê wê mayînde bibe. Em li pêşberî bîranîna şervana xwe bejna xwe ditewînin, wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata rêzdar ya şervana xwe, ji rêhevalên wê re, ji gelên xwe yên berxwedêr û welatparêz re  bi taybet jî gelê Ereb re sersaxiyê dixwazin. Emê li ser doza şehîdên xwe têkoşîna xwe teqez bi serkeftinê tacîdar bikin û emê bîranîna wan bi misogerkirina şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bikin malê dîroka mirovahiyê.

Nasnameya Hevrê ya me wiha ye:

Nav û Paşnav: Eruba El Keno

Nasnav: Avaşîn Rûstem Cûdî

Navê Dayik: Foza

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: 19.12.2024/Bendava Tişrînê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

22.12.2024