2025Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re      

Ji nava hembêza şoreşê, zarokê herî dilpak û wêrek dikevin rûpelên ku bi berxwedanî û lehengiyê tên dagirtin. Jiyana wan dibin destanên hemdemî ya serdema me ku ji gel û dîroka xwe re dibin nirxên herî pîroz.

Di dîroka 27’ê Mijdara 2024’an de, dema HTŞ’ê dest bi erîşa xwe ya hilweşandina rejîma Baas’ê dike, di heman demê de çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker, berê xwe didin heremên rêveberiya xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê. Ji hêlekî çekdarên HTŞ’ê herem û bajarên di bin serweriya Baas’ê de ne, dide ber xwe heya ku dighêje Şamê, ji hêlekî din ve jî çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker bi hemû hovîtiyê xwe ve êrîşan tînin ser heremên me. Bi derketina vê rewşê re, hêzên me tevî gelên heremê dikevin nava seferberiyê û bi hemû amedekarî û fedekariyeke bê hempa pozisyona xweparastinê ji xwe re bingeh digrin.

Di nava vê berxwedaniya ku bi mehan ajot, hêzên me Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Yekîneyên Parastina Gel YPG û Hêzên Sûriya Demokratik QSD’ê, bi seknek milîtanî û bi rihê ku divê em nehêlin dijmin ewlehiya heremên me xerab bike û gelê me qir bike, ketin nava şerek bê eman de û heya ku dijmin neçar hiştin li ber xwe dan û derbeyên mezin li dagirkeriyê dan.

Hevrêya me Dûnya Henan bi nasnav Nesrîn Çiya bi destpêkirina vê pêvajoyê re, bi biryardariyeke bilind tevlî vê berxwedaniyê bû. Hevreya me Nesrîn ku xwedî vînek ji pola bû, ji hevrêyên xwe re di nav yekîneyên xwe de pêşengtî û rehberî dikir. Bi vê seknê jî tevlî şerê ku li bajarê Minbicê qewimiye bû. Fermandara taximê bi rengekî herî baş û xurt, ji pêvajo re pêşengî kir, li hemberî dagirkeriyê  bû bersîva pêşerojê.

Nav û Paşnavê: NESRÎN ÇİYA

Nav û Paşnavê Rast: DUNYA HENAN

Navê Dayik – Bav: BINEFŞ – HENAN

Dîroka Şehadetê: 08.12.2024

 

Hevala me Dûnya Henan bi nasnav Nesrîn Çiya,  di sala 1999’an li bajarê rengîn Efrînê çavên xwe li jiyanê vedike. Ew di nava hawirdorek welatparêz û kurdperwer de mezin dibe û fêrî jiyanê dibe. Di nav malbata hevrê Nesrîn de, gelek tevlîbûn ji xebatên şoreşê re hene. Ew bi çand û germahiya şoreşê dikeve zanebûna erkên xwe yên li hember welat û bi vê zanistê, di sala 2016’an de li bajarê Efrînê tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Perwerdeya xwe ya pêşîn li Efrînê dibîne, piştî wê jî demeke dirêj li herema Efrîn, Şehba û Helebê kar dide meşandin û kesayeta xwe wiha mezin dike. Li herema Firat û Cizirê xebatên giring dide meşandin. Hevrê Nesrîn kesayeta xwe bi pîvan û rêgezên jina azad ku Rêber Apo daniye pêşiya jinan di perwerdeya bîrdozîk a akademiya şehîd Dîlan û perwerdeyên pisportiya leşkeri ya Şehîd Dilovan de kesayeta xwe mezin û ava dike. Ji xwe re  sekneke ji rêzê qebûl nake û wiha bi ser xebatan ve diçe.

Ew xwedî xeyalên azadiyê bû, armancên wê jî bi qasî şoreşa Rojava hêja û mezin bûn. Dema ku ev pêvajo destpêkir, çawa ku di şerê Efrîn û Şehbayê de cihê xwe bi biryardarî girt, di heman demê de tevî hevrêyên xwe berê xwe da çeperên berxwedanê yê Minbicê. Li wê derê bi seknek şoreşgerî û bi vîneke mezin heya hinaseya xwe ya dawî, bêyî ku gav paşde bavêje, li hember dagirkeriyê şer dike. Ruxme ku di nava pevçûnê de birîndar dibe dev ji mewziya xwe bernade û heya ku digihije şahadetê serî li hemberî dijmin natewînê. Bi vî awayî tevî hevalek xwe di 8’ê Berfembara 2024’an de dighêjin asta şehadete.

Em bi giyanê hemû şehîdên xwe, herî dawî bi giyan û fedekariya hevrê Nesrîn, bi biryarin ku xwedî li armancên wan derbikevin û riya wan bidomînin. Ji malbata hevrêya xwe, gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza me daye Rêber Apo û şehîdan dubare tînin ziman. Têkoşîna hevrêyên me ya li hemberî dagirkerî û qirkirinê wê bo me bibe rêgezeke jiyana azad û wê di bîra me de bibin neqş. Carek din em soza xwe dubare dikin û hevrêyên xwe bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin.

Bijî Serok Apo

Şehîd Namirin

                                                                      Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

                                                                                     18.09.2025

 

                                                                     

 

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu