Şehîdên Heqîqetê Nazim, Cîhan Û Rizgar Li Qamişlo Hatin Bibîranîn

60

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta pêşengên Ragihandina Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn  ku di 19’ê Kanûna 2024’an li Sed Tişrînê û Rizgar Denîz ku di 18’ê Kanûna 2017’an li Dêrazorê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn bi merasîmeke bi heybet hatin bibîranîn.

Di merasîmê de hejmarek Rojnamevan, Rewşenbîr , Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kesayetên Olî û Nûnerên Rêveberiya Xwesar amadebûn.

Merasim li navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.    Di destpêka merasîmê de sînevziyonek li ser jiyan û têkoşeriya hersê Rojnamevanan hate pêşandan.

Piştre li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad Bûnyad Cizîrî, Rêveberiya Ragihandina Jin Arîn Swêd û li ser navê Ajansa ANHA Ehmed Mihemed axivîn û soza şopandina hevpîşeyên xwe dan û diyarkirin ku ew ê li ser şopa heqîqetê ya hevrêyên xwe bin û pênûs û kamereya wan li erde nehêlin.

Piştre peyama Navenda Ragihandina YPJ ji aliye Rojnamevan Ciwana Cûmaa ve hate xwendin.

Ji bo bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê Rojnamevan Enes Yildiz û Ferhadê Merdê ve helbest hatin xwendin û ji koma Boten stran hatin gotin.

Di dawiyê de hevrêyên Nazim û Cîhan berê xwe dan pakrawangeha Şehîd Delîl Saroxan û qebde gul danîn ser gorên şehîdan û mûm hatin pêxistin.

Merasim li goristanê bi siloganên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

 Navenda Ragihandin YPJ’ê

19. 12. 2025