Endamên şandeyê bi armanca piştgiriyê duh gihiştin Rojava û diyar kirin ku Rojava xaka şehîdan e û ji tevahiya gelê Kurd re bûye qubleyek. Endamên şandeyê peyama “Rojava ne bi tenê ye” dan û serdana Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kirin.
Hunermend Diyar Dêrsim, Şemdîn Gulbuhar Rehîm (Cala) Luqman Salim Fetah, Rênas Lezgîn Seedî, futbolvan Denîz Nakî, rojnamevan Danyal Cemalî û nivîskar Kakşer Xorşîd duh bi armanca piştgiriyê hatin Rojava.











