Tekoşîna azadiyê di nava Şoreşa Rojava de şahidiya gelek jinên dilwêrek kir. Şoreşa azadiyê feraseta civakeke ku li ser bingeha azadiya jin afirand. Keç û xortên ku di nav vê ferasetê de mezin dibin, xwe wek şopdarên çanda welatparêziyê nas dikin û dijîn. Ji ber vê jî êrîşên li ser Şoreşa Rojava ne tenê êrîşên leşkerî ne; ew hewildanên şikandina îradeya jinan û gelan in. Lê dîrok her car li hemberî van planên qirêj, ji jinên ku ji ax û gelê xwe re dilsozin re şahidiyê dike. Şervanên weke Çiyajîn û Arjîn jî ji wan jinên lehengin ku parastina welat û destkeftiyên şoreşê weke erka xwe ye sereke dîtin û eniyan de cihê xwe girtin.
Hevrêyên me Çîyajîn Kobanê û Arjîn Kobanê di dîroka 18’ê meha Çileya 2026’an li Reqayê, ji bo aramiya herêmê xirab nebe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin li hemberî bi hezaran çeteyên hûkûmeta demkî ya Şamê şer dikirin, tevlî karwanên nemiran bûn.
Hevrê yên me Çiyajîn û Arjîn ji bajarê berxwedaniya dîrokî ya Kobanê ne. Elbette şahîdiya berxwedaniya Kobanê kirin, di temenên xweyên ciwan de li ser hilbijartinên hevrêyên me Çiyajîn û Arjîn bandorek şênber dike. Ji ber wê jî berê xwe didin nava refên YPJ’ê. Di nava refên YPJ’ê de ji bo gelê xwe bi dilekî wêrekî, fedakarî û qehremanî di hemû waran de tekoşîna bidestxistina mafên jiyaneke azad danmeşandin.
Hevrêya me Rênaz Ellaadîn Koro bi nasnav Çiyajîn Kobanê di nava malbateke welatparêz ya Kobanê de ji dayik dibe. Çanda welatparêziyê di nava malbata hevrêya me de rûheke bilind ya berpirsiyartiya welatparêziyê ava dike. Xwîşka hevrê Çiyajîn, Siyajîn jî bi wê re heman rojê 18’ê Çileya 2026’an li Reqayê, tevlî karwanên nemiran bû, me ev agahiya şahadetê gelê xwe re berê vê ragihandibû. Birayê hevrêya me Çiyajîn jî di berxwedaniya dîrokî a Kobanê ya di sala 2015’an de şehîd bûbû. Hevreyê me Çiyajîn di nava rastiya malbatek wiha qedirbilind da mezin dibe. Çiyajîn ji bo xwedî lê derketina mîrateya tekoşînê bi sekna xwe ye çalak, afîrîner û bi kelecan herdem li eniyên pêş bû. Çiyajîn bi îddîa, sadaqat û biryardariyeke mezin ala azadiyê heta nefesa xwe ye dawî bilind kir. Di kesayeta Çiyajîn de Şehîdên me bi şahadetên xwe, canê dikin berdela axa welat. Sekna hevrê Çiyajîn ji bo tevahî jinan û gelan mînaka biryardariya jiyaneke bi wate ye.
Hevrê me ya Arjîn Kobanê jî ji bo pêkanîna paradigmaya jin, jiyan azadî berê xwe dide nava refên YPJ’ê. Bi sekna xwe ye dilsoz ji bo parastina welat bi erkên xwe yên demê radibe. Weke jineke ciwan bêtereddût di eniyên berxwedanê de cihê xwe digre, li hemberî ferasete komên çete parastina hebûn û nasnameya gelê dike. Bi sekna xwe ye dilnizim, kelecan, xwedan pîvanên azadiyê bû û jiyana xwe jî li ser vê esasê kire xizmeta gelê xwe.
Wê hevrêyên me Çiyajîn Kobanê û Arjîn Kobanê wek mînakên berxwedana jin û iradeya gelan di bîra civakî de herdem bijîn. Di hemû demên dîrokê de kesayetên qehreman ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine, lê qehremantiya ku li ser axa me tê jiyîn bê emsalin.
Em di serî de ji bo malbatên hêja yên hevrêyên xwe Çiyajîn û Arjîn, tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Tekoşîn û biryariya hevrê Çiyajîn û Arjîn rihê bilind ya welatpêziya jina Kurd e. Em weke Yekîneyên Parastina Jin sozdarin ku armancên şehîdên xwe pêk bînin. Emê her dem ji bo mîsoger kirina xeyalên şehîdan tekoşîna xwe bilind bikin.
Nasnameyên Hevrêyên me Wiha ne:

Nasnav: Çiyajîn Kobanê
Nav û Paşnav: Rênaz Ellaadîn Koro
Navê Dayîkê: Ferîde
Navê Bav: Ellaadîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 18.01.2026 -Reqa

Nasnav: Arjîn Kobanê
Nav û Paşnav: Fadîle Ehmed Elî
Navê Dayîkê: Leyla
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 18.01.2026- Reqa
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
03.02.2026










