Home 2026 Ji bo Raya Giştî û Gelê Me Re

Ji bo Raya Giştî û Gelê Me Re

126

Em bi hatina bihara gelan re, Newroza ku sembola vejîn û serhildanê ye û Cejna Remezanê ya mûbarek, di serî de li Rêber Apo û malbatên şehîdan, gelê me yê berxwedêr pîroz dikin.

Dîrok şahidiya vê yekê dike ku Newroz ne tenê pîrozkirina hatina baharê ye, di heman demê de serîrakirina li dijî zilma Dehaqan e. Çawa ku Kawayê Hesinkar bi çirûska agirê newrozê tarîtiya serdemê parçe kir û mizgîniya roja nû da mirovahiyê, îro jî em wek hêzên YPJ’ê ji bo parastina mirateya berxwedanê li dijî Dehaqên modern ên sedsala 21’an bê navber têdikoşin. Têkoşîna me îro veguheriye herikîneke gerdûnî; ev têkoşîn li dijî pergalên baviksalar û mejiyê tarî yê desthilatdariyê, bûye hêviya hemû jinên cîhanê. Agirê ku li ser lûtkeyên çiyayan hatibû danîn, îro di dilê her jinê de wekî meşaleya “Jin, Jiyan, Azadî” dişewite û di cihan û gerdûna jinan de dibe rengê azadiyê. Em parastina vê vînê wekî parastina rûmeta hemû mirovahiyê dibînin.

Di heman demê de, em Cejna Remezanê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Cejna Remezanê sembola serkeftina vînê, paqijiya nefisê û xurtkirina exlaqê civakî ye. Ev rojên pîroz derfeta herî mezin in ku em nirxên wekî edalet, wekhevî û parvekirinê di nav civakê de geş bikin. Taybetmendiya herî mezin a şoreşa me ew e ku hemû bawerî, çand û rengên cîhanê di bin banekî azad û demokratîk de digihîjin hevdu.

Em ê agirê azadiyê yê ku bi xwîna şehîdên me hatiye geşkirin li her devera gerdûnê geş bikin. Em ê li dijî her cûre dagirkerî û tarîtiyê, bibin ronahiya siberojên azad û bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin.

Newroz Pîroz Be!

Cejna Remezanê Pîroz Be!

Bijî Berxwedana Jinê!

Jin, Jiyan, Azadî!

 

Fermandariya Giştî ya YPJ

20-03-2026