Fermandariya Giştî ya Yekîneyên me yên Parastina Jin (YPJ) civînek bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyê Murhef Ebû Qesra re pêk anî. Ev civîn li ser daxwaza fermî ya fermandariya giştî hate lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ di nava Wezareta Parastinê û avahiya artêşa Sûriyê de binirxîne.
Di çarçoveya temamkirina bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ku di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJ ya ji artêşê re hate guftûgo kirin.
Di nava şandeya YPJ’ê de endamên Fermandariya Giştî ya YPJ Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo Xalîsa Ayêd û berdevka ragihandina YPJ’ê Ruken Cemal amade bûn.
Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê hatin nîqaşkirin. Her wiha bal hat kişandin ser rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyê de.
Wezîrê Parastinê bi awayek erênî nêzî mijara beşdariya YPJ ji artêşê re bû û anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin.
Ev civîn piştî toreke hevdîtinên navnetewî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve pêk hatî, hate lidarxistin ku armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyê bûn.
Di dawiya civînê de û bi boneya salvegera damezrandina YPJ wek daxwazek mirovî, daxwaza berdana hevalên êsîr hate kirin.
Navenda Ragihandina YPJ
2 Nîsan 2026










