Bi boneya Rojbûna Rêber Apo û salvegera Damezrandina YPJ’ê Şervana YPJ Yildiz Çiya Kobanê axivî û destpêkê de ev roj li Rêbertî, tevahî Şehîdên Şoreşê û jinên cîhanê pîroz kir.
Şervana YPJ Yildiz Çiya Kobanê diyar kir ku damezrandina YPJ’ê avabûnek pir mezin di Cîhanê de da xuyakirin û îspat kir ku jin çawa rola xwe di hemû pêşengtiyan de bilîze. Di hemû aliyan de jinên di nava refên YPJ’ê de roleke sereke lîstin.
Şervana YPJ Yildiz Çiya Kobanê di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha anî ziman: ‘Avabûna YPJ’ê rola xwe lîst û hişt ku jin hêza xwe nas bike û bizanibe çawa xwe piparêze û her kêliyê têkoşîn bike. Ev jî bi saya Rêber Apo pêkhat. Bi vê boneye 4’ê Nîsanê ne tene rojbûna Rêbertî ye, rojbûna tevahî zindiyên li ser rûyê erdê ye. Bi vê boneyê ev rihê ku Rêbertî daye me em ê heta azadiyê bimeşin.










