Dîroka azadiyê, bi pênûsa lehengan tê nivîsandin; bi xwîn û vîna wan a ku li hemberî tarîtiyê, çirayên ronahiyê tê afirandin. Hevrêya me Zîlan Kobanê, di nava malbateke welatparêz de bi hîmên kûr ên ax û çanda welatparêziyê mezin bû û ev girêdana xwe bi felsefeya jiyana azad re kir yek. Meşa ku Zîlanê bi fedakariyeke mezin da destpêkirin, îro veguheriye şoreşeke gerdûnî ya jinê.Em di serîde ji mîmarê jiyana azad Rêber Apo re, ji malbata hevrêya xwe Zîlan re û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Zîn Oso bi nasnav Zîlan Kobanê, ew ne tenê şervanek bû; ew berhema hişmendiya malbateke welatparêz û encama felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bû. Di aliyê îdeolojîk de, kesayeta wê li ser van hîman ava bibû. Hevrêya me Zîlan di kêliyên herî giran ên şerê Kobanê de, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê bû bersivek îdeolojîk. Hevrêya me Zîlan Kobanê bi tekoşîna xwe nîşan da ku fedakarî tenê di şer de nabe; fedakarî ew e ku mirov ji bo azadiya jinên din, ji bo paşeroja zarokan û ji bo sîstemeke demokratîk jiyana xwe feda bike. Wê bi fedakariya xwe sînorên tirsê şikand û bû îlham ji bo bi hezaran keçên Kurd û jinên cîhanê. Hevrêya me Zîlan Kobanê wekî jineke Kurd, nasnameya xwe di nava refên YPJ’ê de dît. Di aliyê îdeolojîk de, wê bawer dikir ku heta jin azad nebe, civak azad nabe. Têkoşîna hevrêya me Zîlan Kobanê ya li dijî dagirkeriyê, di heman demê de serhildanek bû li dijî hişmendiya baviksalar ku dixwest vîna jinê bişkîne. Hevrêya me Zîlan mînaka herî zelal a “Welatparêziyê” bû. Ji bo wê, ax ne tenê perçeyek erd bû, ji bo wê çand, ziman û hebûn bû. Vê girêdanê hêzeke manevî ya wisa dabû hevrêya me ku tu çekên teknolojîk nedikarî li pêşiya vîna wê bisekine. Ew bi felsefeya Rêber APO mezin bibû. Hevrêya me Zîlan Kobanê îro di her dilê ku ji bo azadiyê lê dide de dijî. Ew bû roniya ku rêya şoreşa jinê li Rojhilata Navîn ronî dike. Hêza wê ya îdeolojîk, îro bûye mîrateyek ku bi hezaran jinên din li ser şopa wê dimeşin. Fedakariya wê îro di nava YPJ’ê û di nava şoreşa Rojava de wekî “Meşa Serkeftinê” tê pênasekirin. Navê wê bûye sembola cesaretê. Ev tekoşîn û fedakarî, bingeha serkeftina Kobanê ava kir û îro jî wekî çirayekê rêya azadiyê ronî dike. Hevrêya me Zîlan Kobanê di dîroka 20’ê Nîsana 2026’an li Dêrikê bi qezayeke leşkerî tevlî karwanên nemiran bû.
Li ser vê bingehê, em wekî şopdarên vê mîrateya pîroz diyar dikin ku; tolhildana me ya herî mezin, avakirina jiyana azad e ya ku hevrêya me Zîlan û bi hezaran şehîdên me canê xwe di oxira wê de feda kirine. Têkoşîna hevrêya me Zîlan Kobanê, ji bo me ne tenê bîranînek e, fermana têkoşînê ye. Em di şexsê hevrê Zîlan de, hemû şehîdên şoreşê bi minet bi bîr tînin û soz didin ku; em ê xewn û xeyalên wan ên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin.

Nasnav: Zîlan Kobanê
Nav Û Paşnav : Zîn Oso
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik: Fîdan
Navê Bav: Osman
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 20-04-2026 – Dêrik










