Her du şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ararat Kobanê û Rohilat Kobanê li ser tevlîbûna xwe ya nav refên YPJ’ê axivîn û diyar kirin ku ev gav ji ber baweriya wan bi rola bingehîn a jinê di avakirina civakê û parastina destkeftiyên wê de hatiye avêtin.
Perwerdeya ku şervan dibînin, kevirê bingehîn ê li Hemberî zehmetiyan e
Ararat Kobanê diyar kir ku tevlîbûna nav refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ne biryareke ji rêzê bû, belê dilsoziyeke zelal bû ji bo hilgirtina peyama parastina rûmet û axê. Wê destnîşan kir ku perwerdeya leşkerî û ramanî ya ku şervan dibînin, kevirê bingehîn e di jiyana wan a li Hemberî zehmetiyan û berxwedana di bin mercên herî giran de. Araratê got: “Em wek Yekîneyên Parastina Jin, her dem hewl didin ax û gelê xwe biparêzin. Armanca me ya yekane avakirina civakeke demokratîk û azad e ku piştgiriya jinê dike û mafên wê nas dike, ji ber wê em ê bi tu awayî dest ji armanca xwe bernedin, berdêla wê çi dibe bila bibe.”
“Rêya me bi ramana Rêber Abdullah Ocalan ronî dibe”
Ji aliyê xwe ve, şervan Rohilat Kobanê got: “Rêya ku em tê de dimeşin bi ramana Rêber Abdullah Ocalan ronî dibe, û bi saya şehîdên me yên pîroz em îro gihîştine vê serkeftinê. Ji ber vê yekê, em ê her dem li ser vê xetê bimeşin û tu carî ji têkoşîna xwe ya ji bo avakirina hişmendiyeke azad a li ser bingeha wekhevî û dadweriyê paşve gav neavêjin.”












