Home 2026 Jı Bo Piştgiriya YPJ’Ê Li Hesekê Mîtîngek Girseyî Hate Lidarxistin

Jı Bo Piştgiriya YPJ’Ê Li Hesekê Mîtîngek Girseyî Hate Lidarxistin

44

Di 26’ê Nîsana 2026’an bi pêşengtiya Kongra Star de hemyek bi sernavê ‘Em Hemû YPJ ne, YPJ Hebûna me ye’ dabûn destpêkirin. Ji wê rojê û heta niha bê navber li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên cûrbecûr tên lidarxistin.

“Bi rihê jin, jiyan azadî, em bi hev re serkeftinê bi dest bixin” de, Tevgera Hilal Zerîn bi hevkariya TEV-ÇAND ya li bajarê Hesekê mîtîngek ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li dar xist.

Mîtingek li Parka 4`ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna bi sedan şêniyên Hesekê, nûnerên rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Qada mîtingê bi wêneyên Rêber APO, Şehîdên YPJ’ê û alên YPJ’ê hatibû xemilandin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê tevahî şehîdên Şoreşê dest pê kir, piştre endama Kordînasyona Giştî ya Kongra Star Welîde Botî axivî û got: “Bi hinceta ‘Em hebûna hêzên jinan di nav artêşa Sûriyeyê de qebûl nakin’, ew dixwazin îradeya me bişkînin. Bi heman hincetê, bi zihniyetek baviksalar, ew dixwazin vê hêza ku ji bo tevahiya cîhanê bûye nimûne bişkînin.”

Piştî axaftinê komên Stêra Zêrîn a bajarê Qamişlo, koma Hîlala Zêrîn a Gerastêrk, koma Tolhildan ya bajarê Hesekê û hûnermend Sûmeya derketin ser dike û hûnerên xwe yên ser YPJ’ê peşkeş kirin û girseya gel govend gerandin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.