Home 2026 Di demeke ku axa welat bi xwîna şehîdan re tevlihev bûye ,...

Di demeke ku axa welat bi xwîna şehîdan re tevlihev bûye , çîrokên ku ji êşê biryardariyê û ji windabûnê rêyekê ava dikin derdikevin holê.

50

Ji nava van çîrokan de, çîroka hevrê Sorxîn Kobanê ku bi şîretên welat mezin bûye û bi serpêhatiya şehîdan re gihiştiye  ta ku hilgirtina çekê ji bo wê bûye sozdarî û peywirdarî, ne ku tenê bijardeyek.

Kobanê – Hevrê Sorxîn Kobanê di nava malbatek welatparêz de mezin bû, ku ji zarokatiya xwe ve bi çîrokên berxwedan û fedakariyê mezin bûye. Sorxîn dibêje ku ew dîmenên ku bandor li wijdana wê kirine dîmenên şehîdan bûn, û ew fikra ku ji Rêber Abdullah Öcalan girtiye, ku wateya azadî û girêdanê jê hîn bûye.

“Bi hezaran şehîdên me yên qehreman şehîd bûn, ji ber vê yekê ez bandor bûm û min biryar da ku tevlî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bibim. Lê ji destpêkê ve armanca min ew bû ku bibim şervanek û çeka bavê xwe yê şehîd hilgirim.”

Wê li ber gora bavê xwe rawestiya û wiha dewam kir:

“Daxwaza wî ew bû ku ez mezin bibim û bibim şervanek, lê ew şehîd bû û ev roj nedît. Îro ez hatim ser gora te bavê min. Ez ne tenê keça te me, ez niha bûm hevrêya rêya te. Ez niha dê ji bo te û ji bo hevrêyên te yên şehîd şer bikim.”

Gotinên ku Sorxîn bi dengê saxlem gotin, dema ku destê xwe danî ser kêliya gorê, mîna ku ew peymana ku bav dest pê kiribû û qederê rê nedayê ku temam bike nû dike.

Li ber gorên şehîdan ne tenê zarok digirîn, lê belê ji nû ve ji dayik dibin. Sorxîn neçû ku xatir ji bavê xwe bixwaze, lê çû ku jê re bibêje ku şîret gihîştiye û çeka ku wî li du xwe hiştiye rizî nebûye.

Di her guleyeke ku ew diteqîne de û di her gavê ku ew di nav hêzên YPJ‘ê de dihavêje, bav heye ku ji bilindahiya ezmanan ve bi ken dinêre, û welatek heye ku li ser milên keçên xwe radibe.