Helbest

Binêre ey Xwedawenda Çiyayî

Binêre ey Xwedawenda Çiyayî

Îro zarokên te li keşîtiyê Nuh siwar bûne
Li ser serê çiyayên Cudî girtine dîlan
Bi şewqa Doğa rabû ser xwe Înanna
Keyfxweş bû, dilê wê rehet bû
Bang li Prometheus kir û got
Îro dîsa em hene û em her dem jiyan dikin
Zinar bû şûrê tûj yê Apollo
Li hemberî Dehaqan xwe kir wolkan
Di dilê wan de bû agir
Bahoz û Dijwar dest dane hevdû
Berê xwe dane Kurdistanê
Bûn siwariyên Derwêşe Ewdî
Herikîn ber bi Mezopotamya û
Bi çalakiyên xwe gihîştin Edûle
Hîva bi Babek û Mazadekê re hate cîhanê
Serî netewand li hember êrîşê zaliman
Bû remza ilma Zerdûşt
Bû hêvî, bû xeyalên sibê
Ew bûn rêya serkeftinê

Şehîd Deniz

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button