Encama şer û berxwedana roja 13emîn a li dijî êrîşên artêşa dagirker a Tirk li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê
Artêşa Tirk a dagirker di dîroka 21ê Cotmehê de careke din rêkeftina agirbestê bin pê kir û li gelek herêman bi balafirên bê mirov êrîş bir li ser çeperên şervanên QSDê.
SERÊKANÎ
Artêşa dagirker li gundên Ebû Rasen, Morêks, Mişrefa û Menacir gelek caran hewl da ku êrîş bibe ser çeperên hêzên me. Komên çete bi wesayîtên zirxî û çekên giran êrîşî van gundan kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan, di encam de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û panzereke wan hat ruxandin.
AMÛDÊ
Komên çete yên ku dixwestin sînor derbas bikin û herêmên nû dagir bikin rastî bersiva hêzên me hatin. Di bersivdana şervanên me de panzerek hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser rêka Til Temir û li rojavayê bajarê Dirbêsiyê bi balafirên bê mirov êrîş bir ser çeperên hêzên me û welatiyên sîvîl, 2 êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de 3 hevalên me şehîd bûn, 3 hevalên me brîndar bûn.
EYN ÎSA
Komên çete xwestin bi alîkariya wesayîtên zirxî û çekên giran êrîş bibin ser gundên Mişêrfa û Berberiyê. Hêzên me çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin. Li heman herêmê di encama êrîşên hewayî de 2 hevalên me şehîd bun. 3 hevalên me ji birîndar bune.
Di êrîşên artêşa dagirker û di encama bersivdana hêzên me de ji dehan zêdetir çete hatin kuştin, 2 panzer hatin rûxandin.
Di berxwedanê de 5 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 6 hevalên me birîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD
22 Cotmeha 2019










