Encamên şer û berxwedana roja 17emîn a li rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê
Serêkaniyê
Artêşa dagirker û komên çete yên di bin kontrola wan de li başûrê bajarê Serêkaniyê li gundên Menacir, Esediyê, Leylan û Bîr Nûh bi piştevaniya çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser çeperên şervanên me. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û li herêmê pevçûnên dijwar rû dan. Di encama şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn, panzerek û seyareyek doçka hatin rûxandin.
Amûdê û Dirbesiyê
Artêşa dagirker û komên çete êrîş birin ser gundê Derdara. Hêzên me bersiva êrîşan dan û êrîş hatin şikandin.
Kobanî û Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li gundên Çelebê, Dibis, gundewarên bakûrê Eyn Îsa, Xirbet Faria, Mitmeşrak û Evdikê Biçûk bi çekên giran û piştgiriya balafirên bê mirov êrîş birin li ser herêmên sîvîl û çeperên hêzên me. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û li herêmê pevçûnên giran qewimî. Di encama bersivdana hêzên me de êrîş hatin şikandin û bi qasî ku hate zelalkirin 19 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, herwiha hejmarek jî brîndar bûn. Dîsa li vê herêmê 2 panzer hatin rûxandin û yek hat derbkirin.
Di encama bersivdana hêzên me ya li dijî êrîşan bi kêmanî 29 çete hatin kuştin, hejmarek zêde brîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî hatin rûxandin û yek jî hat derbkirin.
Di vê berxwedanê de hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 11 hevalên me brîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD
26ê Cotmeha 2019










