Encamê Şer û Berxwedayina 24 Seatên Dawî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya hemû cureyên teknîka xwe ve êrîşên xwe, ruxmê ku agirbest hatiye ragihandin û ruxmê ku hêzên me li gor biryarên peymanên ku hatine li dar xistin tevdigerin lê belê disa jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahiya enîyên êrîşên xwe domandiye her wiha di van êrîşan de welatiyên sivîl bi zane bûn dike hedef û qetil dike.
Eniya Dirbêsiyê û Ebû Rasên:
Li gundên Um Eşpa, Bab El Faraç, Emirad, Til Qertel, Sê Neqliyê Dawidiyê, Bab El Xêr û Mirêkis artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş li dar xistin. Di encamê bersivdanê de 2 seyarên doçka barkirî, 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin û 47 leşker û çete hatin kuştin
Eniya navbera Serê kaniyê û Til Temir:
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşê gundên Eltewîla, Erîşa û Leylan kirin. Di encama bersivdanê de 14 çete û leşker hatin kuştin.
Eniya navbera Girê Sipî û Eyn Îsa:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Qandiriyê, Besriyê, Xirbet Faris û Ebu Xerza kirin. Di encama bersivdanê de 19 çete û leşker hatin kuştin hejmarek jî birîndar bûn.
Di encama bersivdayina hêzên me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi giştî 2 seyareyên doçka barkirî, 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin û 80 leşker û çete hatin kuştin her wiha hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 8 hevalên me jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
29 Cotmeh 2019