Rihê Berxwedana Kobanê Pênaseya Azadiya Gelanê

97

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi armanca tunne kirina destkeftiyên gelê Kurd bi piştgiriya dewletên weke Tirkiyê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Lê belê ji bîr kiribûn ku gelê Kobanê bi fikir û ramanê azad xwe perwerde kirine. Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên Daîş’ê bi vînek mezin li ber xwe dan û tekoşîn kirin.

Di Kobanê de carek din yekbûna gelê Kurd pêkhat û heman demê de hestê mirovahiyê li hember hêzên desthilatdar û dagirker bûn yek. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê rabû li ser piyan û  bi yek dilî bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê re mil bi mil di cih û warê pîroz ya Kobana rengîn de ji bo xwişk û biratiya gelan destanên efsunî nivîsandin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku qet para xwe ji mirovahiyê negirtine bi hemû hovîtî û qirêjiyên xwe êrîşî Kobanê kirin û hêvî dikirin ku di demekî kurt de bigêhêjin armancên xwe. Serokçete Erdoxan jî bi vê hêviyê digot ha Kobanê ket û wê niha bikeve. Lê belê li hemberî hovîtî û êrîşên dijmirovahiyê bi pêşengîtiya şervanên YPJ-YPG’ê û şervanên Enternasyonalîst, bi sedan gelên demorakrasîxwaz û gelek deverên cîhanê bi piştgiriyek mezin nîşanî hemû hêzên desthildar dan ku wê vîna gelên azadîxwaz û şervanên qehraman  tu caran destur nedin ku bihûstek jî ji axa Kobanê were dagir kirin.

Bi taybet jî şervanên  YPJ’ê û YPG’ê di pêşengîtiya fermandar Rêvan, Özgur, Gelhat, Herdem, Viyan Peyman, Zehra Penaber, Sibel Bulut de şerekî dîrokî dane meşandin. Her kêliya ku şer dikirin de jî digotin: emê canê xwe feda bikin lê emê nehêlin ew lingên qirêj li ser xaka me ya pîroz, gavekî biavêjin. Kobanê navê tekoşîna gelên azadîxwaze. Dewleta Tirk a dagirker heta roja îro jî ew binketina xwe hezim nekiriye. Ji ber wê ye ku bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet û êrîşên xwe li ser bajarê Kobanê û bi giştî Rojavayê Kurdistanê didomîne. Lê gelê Kobaniya Berxwedêr çawa di dema berxwedaniya dîrokî de li gel şervanên xwe bû îro jî bi heman rihê li hemberî her cûre leyîstokên dewleta Tirk banga azadiya gelan bilind dikin. Li serê her kolaneke Kobanê xwîna jinên Mezopotamya rijîya, îro jî bi hezaran şervanên YPJ’ê û YPG’ê li ser şopa wan qehremanan dimeşin. Ji ber wê tu caran wê xeyalên dagirkeran pêk neyên. Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanî li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelên azadîxwaz dikin ku dem dema li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Rojava, bi rihê 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanî tekoşîn kirinê ye. Çawa ku  hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAÎŞ’ê bûne yek û mirovahî ji vê tarîtiyê xilas kirin pêwîste îro jî, ji bo rûmeta mirovahiya azad bi heman rihê xwedî Kobanê û şoreşa Rojava derbikevin. Herî dawî jî em dibêjin wê rihê berxwedaniya Kobanî tevahî gelên bindest re azadiyê bîne.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

31.10.2021