Rêwitiya ber bi warê Derwêşê Evdî ve

182

Dema ku mirov dîroka Kurda mêze dike mirov dibîne ku gelek komkujiyan re derbas bûne. Gelê Kurd Dêrsim, Geliyê Zilan, Helepçe, Çarçira, Şengal, Efrin û herî dawî Girê Sipî û Serêkaniyê jiyan kir. Kî dikare ji bîr bisiklet û kî dikare bide ji bîr kirin van êş û azaran. Kurd û Kurdistan şahidê dagirkerî, kuştin, tune kirin û koçber kirina bûn. Ji ber wê hêza xwe ya

Birîneke Kurda a ji kûr de dişewite û nayê derman kirin jî ŞENGAL e. Gelekê ku 73 caran bi qirkirinan re derbas bûye. Şengal warê ku ji aliye cîranê xwe ve ji pişte ve tê xençer kirin. Sibehekê şiyar dibin û bi êrîşên hovane yê çeteyan ve rû bir û tên, têne kuştin, dest davêjin jin û zarokan, bi êşên giran derbas dibin. Lê em vê jî ji birnekin ku di dîroka Kurdan de gelek mêrxwas û leheng jî derketine û yek ji van lehengan jî Derwêşê Evdî ye. Îro jî ev çanda lehengiyê bi vî awayî berdewam dike. Destana Derwêşê Evdî tê zanîn, Derwêş dizane ku biçe şer nema vedigere lê ruxmê wê diçe, ji ber ku dizane tu tişt ji evînê buhatir nîne, evîna Derwêş ya balta û welatê wî bû. Di êrîşên DAİŞ’ê ên di sala 2014’an de jî, ew çeteyên ku di dilê mirovahiyê de tirs û xof dabû ava kirin li hember hêza hemdemîn ya Derwêşan, HPG- YJA STAR û YPG- YPJ ‘ê li berxwenedan. Di vê berxwedanê de jî careke din diyar bû ku her çiqasî me her cûre êrîş dîtibin jî, em ji çanda kevneşopiya berxwedanê hatine û em bi vê çandê lehengiya diafirînin.

Hevalan di sala 2015’an de ji min re gotin biçe Şengalê min nizanibû ku ez çi bibêjim ji ber ku gelek hevalên ku em bi salan bi hevdû re mabûn li wî warê pîroz, li Şengalê şehîd ketibûn. Wekî din jî gelê Êzidî ji bo Rêbertiya me gelekî hêja bû ji ber wê jî çûyîna min a li Şengalê û naskirina min a gelê Êzidî ji bo min şansekê pir mezin bû.

Êdî em bi rê ketibûn û min berê xwe dabû cih û warê feylesofê mezin Zerdeştê Kal, evîndarê welatê xwe Derwêşê Evdî, Edûla gulî dirêj û warê lehengên hemdemîn Bêrîvan Êzidan ûzidî û. Dema ku me ji çiyayê Qereçoxê berê xwe da welatê rojê di hindirê min de kelecaneke ku ez bi gotina nikarim bi lêv bikim ava bû.

Dîrok bibû niha û ez ber bi dîrokê ve dimeşîm. Min li ser wê axê bêhna berxwedanê digirt. Erê Şengal çend zarokê welatê pîroz serê xwe dane ser kevirên çiyayên te, ji bo azadiya te çend leheng li ser axa te ketin xewa bêdawî. Qêrîna çend jin û dayikan, kal û zarokan di nav newalên te de bilind bûn. Ez êdî li Şengalê bûm û min di nav dîrokek zindî de jiyan dikir.

Di vê rêwitiyê de tişta ku herî zêde ez bandor kirim yek jî çîroka zarokekê 8 salî ê bi navê Îbo bû. Beriya çeteyên DAİŞ’ê êrîşê Şengalê bikin Îbo di xewna xwe de dibîne ku yê di demeke kurt de jiyana xwe ji dest bide dema siharê ji xew şiyar dibe vê xewna xwe ji dayîka xwe re vedibêje. Dayîka Îbo jî wisa bersiva Îbo dide ‘na kurê min ev tenê xewne te dîtiye tu hîn biçûke tiştên wisa neyne bîra xwe.’ Îbo dîsa dibêje ‘dayê ez hîs dikim ezê di demeke kurt de jiyana xwe ji dest bidim û ger ku rewşeke wisa çêbibe li ser tirba min wêneyeke Rêbertî dayne.’ Dayika wî xwe pê re aciz dike, lê belê dema ku êrîşên çeteyan destpê dikin Îbo jî dibe qurbaniyek wê hovîtiyê û di temenê xwe yê biçûk de jiyana xwe ji dest dide. Dayîka Îbo vê xewna wî ji hevalên me re dibêje hevalên me yê li Şengalê jî li gor Îbo xwastiye tirba wî dipêçin û vedişêrin. Her zarokê ku navê Serokatiya me bihîstiye heskirineke deryayî di dilê xwe de ji Serokatiya me re mezin kiriye. Li ser vê axê jî êşên heyî di dilê min de hêrseke mezin li hember dijminên xwînmij ava kir. Piştî serpêhatiya Îbo ji bo zarokên Şengalê hemû xeyalên xwaştir û jiyaneke azad bijîn min careke din soza tolhildanê nûkir.

Siyajîn Armanc